Rojnamevanên Meşa Gemlikê dişopandin hatin binçavkirin

  • 08:47 13 Hezîran 2022
  • Rojane
BURSA - Rojnamevan Rozerîn Gultekîn û Ergîn Çaglar ên ku Meşa Gemlikê ya Bûrsayê dişopandin, hatin binçavkirin.
 
Nûçegihana me Rozerîn Gultekîn  û Nûçegîhanê Ajansa Mezopotamyayê (MA)  Ergîn Çaglar ku Meşa Gemlikê ya ji bo rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan ji aliyê 6 sazî û partiyên siyasî ve dihat lidarxistin, dişopîndin li Bursayê ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin. Nehat zanîn rojnamevanên hatine binçavkirin birine ku derê. 
 
Li aliyê din siyasetmedar jî di nav de gelek kesên tevli meşê bûn hatin binçavkirin. Hemû kesên hatin binçavkirin piştî lêpirsînê serbest hatin berdan.