Li Şehbayê komxebata 'Na ji parçekirinê, na ji guhertina demografîk re'

  • 14:25 12 Hezîran 2022
  • Rojane
ŞEHBA - Di bin navê "Na ji parçekirinê re, na ji guhertina demografîk re" Partiya Sûriye Demokratîk a herêma Efrînê komxebatek li dar xistin. 
 
Di bin navê "Na ji parçekirinê re, na ji guhertina demografîk re" Partiya Sûriye Demokratîk a herêma Efrînê komxebatek li hola Çand û Huner a navçeya Fafînê ya Kantona Şehbayê li dar xistin. Di komxebatê de Hemû endamên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser amede bûn. Hol bi alên Partiya Suriye Demokratîk, wêneya pekrewan Hevrîn Xelef hatibû xemilandin. Komxebat bi deqeyek rêzgirtin ji bo cangoriyên azadiyê dest pê kir. Piştre komxebat ji aliyê Xezal Elo ve hat rêve birin, piştre jî belge hatin xwendin.
 
Di komxebatê li ser du xalên girîng hate nîqaşkirin. Di xala yekem de bi awayek berfireh ji aliyê beşdarvanan ve nîqaş derbarê rewşa Sûriyê ya beriya şer û aloziyê ku Sûriye cihê dewlemendbûn û baziganiyê ye di cîhanê de. Her wiha di beşa duyem de nîqaş derbarê kiryar û sûcên dewleta tirk a dagirker di herêmên dagirkirî de, ku bajarê Heleb û Idlibê bûne bajarên ji bîrkirinê di civaka van netewî de. Ji aliyek din ve jî armanca dewleta tirk a dagirker ji guhertina demografîk li herêmên dagirkirî û parçekirina Suriyê û herî dawî amedekariyên dewleta tirk a dagirker ji bo destpêkirina operesyonek nû li Bakur-Rojhilatê Suriyeyê. Nîqaş di derbarê van mijaran de hatin kirin.   
 
Komxebat bi nîqaşan bi dawî bû.