'Nobeta Edaletê' ya Malbata Şenyaşar 461 roj in didome

  • 14:00 12 Hezîran 2022
  • Rojane
 
RIHA - Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya Malbata Şenyaşar 461 roj in didome. Malbatê îro di peyama xwe de bal kişand ser serxwebûna darazê û ev peyam parve kir: "Têkoşîna bi bêhiqûqiyê re deynê sutiyê herkesê xwedî sinc e." 
 
Nobet Edaletê ya malbata Şenyaşar ku di 9'ê adara 2021'an de Emîne Şenyaşar ku hevjîn û du kurên wê di 14'ê hezîrana 2018'an de ji aliyê xizm û parastvanê Parlamenterê AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin kuştin û kurê xwe Ferît Şenyaşar dabûn destpêkirin, di roja 461'an de berdewam dike. Ji ber ku dawiya heftê ye malbat nobeta xwe li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê didomîne û li ser hesabê xwe yê medya sanal parvekirin kir. 
 
Malbatê, di parvekirina xwe de bal kişand ser serxwebûna darazê û ev peyam parve kir: "Dozger û dadgerên ku dibêjin 'Ez hiqûqê di ser her tiştî de bigirim' û li ser namûs û şerefa xwe sond dixwin li cem kesên bihêz cih digirin û dema ku daxwaza biryareke ne adil ji wan tê xwestin sonda xwe ji bîr dikin. Têkoşîna bi bêhiqûqiyê re deynê sutiyê herkesê xwedî sinc e."