Rojnamevan li edliyeyê bi saetan bikelemçekirî hatin sekinandin

  • 14:58 11 Hezîran 2022
  • Rojane
 
AMED - 20 jê rojnamevan 21 kesên beriya 4 rojan hatibûn binçavkirin ji bo dema binçavkirinê dirêj bikin birin edliyeyê, rojnamevan li edliyeyê bi saetan bi kelemçekirî hatin sekinandin. 
 
Midûra JINNEWS’ê Safiye Alagaş, edîtora JINNEWS’ê Gulşen Koçûk, Hevserokê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan, Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş, edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azîz Orûç û Omer Çelîk jî di nav de 20 jê rojnamevan 21 kes ji 8’ê hezîranê ve di bin çavan de ne. 
 
Rojnamevan ji bo dema binçavkirina wan dirêj bikin birin edliyeyê. Rojnamevan li edliyeyê bi saetan bikelemçekirî hatin sekinandin. Li ser rojnamevanan bertek nişandan kelemçe hatin derxistin. 
 
Beriya niha du rojan dema binçavkirina rojnamevanan hatibû dirêjkirin.