Rewşenbîran ji bo rojnamegerên kurd bang kirin

  • 12:21 11 Hezîran 2022
  • Rojane
 
ENQERE - Li dijî 20 jê rojnameger 21 kesên ku li Amedê hatibûn binçavkirin, gelek rojnamevan, nivîskar û rewşenbîr bang li rayagiştî ya Tirkiyeyê kirin û gotin: "Em herkesê vedixwînin ku li dijî vê zexta desthilatê bibin xwedî helwest.”
 
21 kesên ku 20 jê rojnameger in di çarçoveya operasyona Serdozgeriya Komarê ya Amedê dabû destpêkirin de di 8'ê hezîranê de hatibûn binçavkirin hêj di bin çavan de ne. Li ser dosyaya rojnamegerên li Miduriyeta Polîsan a Amedê tên ragirtin de biryara sînordarkirinê heye. Her wiha rojnameger hêj jî di hucreyên yek kesî de tên ragirtin. Her wiha duh 2 roj din jî dema binçavkirinê hat dirêj kirin. Bertekên li dijî binçavkirina rojnamegeran didomin. 
 
40 navên ku di nav de rewşenbîr, nivîskar, rojnamevan jî hebûn bertek nîşanî binçavkirinan da û bi serenavê “Em zexta desthilatê ya li dijî çapemeniyê şermezar dikin û herkese vedixwînin ku li dijî vê zextê bibin xwedî helwest!” daxuyaniyek weşandin. 
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: 
 
“Em zexta desthilatê ya li dijî çapemeniyê şermezar dikin û herkese vedixwînin ku li dijî vê zextê bibin xwedî helwest. Pergala AKP’ê û MHP’ê qasî ku hilbijartin nêzîk dibe zextên xwe yên li ser rojnamevanên kurd zede dike. Nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê û JINNEWS'ê jî di nav de 21 rojnamevanên ji bilî nûçe çêkirinê tu sûcên wan nînin bi serdegirtinê hatin binçavkirin, bi saetan bi kelemçekirî hatin sekinandin. Ev yek ne tene binpêkirina azadiya çapemeniyê ya nebe nebe ya demokrasiyê nîne, tê wateya binpêkirina mafên mirovan ên bingehîn.”
 
Dema bi qanûna medya dîjîtal re hate nirxandin armanca bingehîn ya vê zext û çavtirsandinan qasî astengkirina mafê agahî negirtina gel, bingeha planên deq û dolabên di hilbijartinê de bên kirin tê astengkirin. Bi taybetî tê armanckirin ku li erdnîgariya kurdan ragihandina nûçe û agahiyên têkildarî binpêkirinên mafên mirovan û hilbijartinê bên astengkirin. Di serî de bêdengiya mûxalefeta sereke, partiyên siyasî û saziyên sivîl ên civakî ya li dijî van zextan û weke her carê zext û zilma li dijî kurdan tê meşandin re nedîtî ve tên wê li wan vegere. Netew, bawerî û zimanî wî çi bibe bila bibe li dijî hewldanên li dijî rojnamevanan divê li ber xwe bidin û bertek nîşan bidin. Sibê wê mafê kesên îro bêdeng dibin yê gazinan wê nebe. Em zexta desthilatê ya li dijî çapemeniyê şermezar dikin û herkese vedixwînin ku li dijî vê zextê bibin xwedî helwest û piştgiriya hevalên me bikin.”
  
Navên kesên daxuyanî îmzekirine wiha ne: “Abdûllah Çetîn - Rojnamevan, Alî Çatakçin -Nivîskar, Alîn Ozanian-rojnamevan, Amberîn Zaman- Rojnamevan, Arîs Nalci-Rojnamevan, Ayşe Hur- Lêkolîner,Nivîskar , Ayşe Yildirim Rojnamevan, Can Dundar- Rojnamevan, Celal Başlangiç-Rojnamevan, Cengîz Aktar-Akademîsyen, Dunya Dogan-Hiqûqnas, Elîf Yildirim Nivîskar, Erdogan Aydin-Rojnamevan,nivîskar, Ergun Babahan-Rojnamevan, Erk Acarer-Rojnamevan, Erol Koroglû-Akademîsyen, Ertûgrûl Mavîoglû-Rojnamevan, Fûat Ateş-Rojnamevan, Hasan Tore-Siyasetmedar, Hayko Bagdat - Rojnamevan, Huseyîn Levent Koker-Akademîsyen, Îsmaîl Ozen-Sporvan, Latîfe Akyuz-Akademîsyen, Leyla Ûyar- Rojnamevan, Mahîr Sayin-Siyasetmedar, Mehmet Alî Çankaya- Berpirsyarê Rêxistinkirinê yê AABK’yê, Mûrat Çakir-Nivîskar, Neşe Ozgen-Akademîsyen, Nevra Akdemîr-Akademîsyen, Nîkos Michailidis-Akademîsyen, Ohannes Kiliçdagi-Akademîsyen, Osman Okkan- Rojnamevan, Ragip Dûran- Rojnamevan, Selîm Eskîîzmîrlîler- Akademîsyen, Şehbal Şenyûrt-Derhêner-Nivîskar, Tuncay Yilmaz- Siyasetmedar, Umît Kivanç- Rojnamevan, Yavûz Baydar- Rojnamevan, Yektan Turkyilmaz-Akademîsyen, Yîgît Aksakoglû - aktîvîstê rêxistinên civaka sivîl”