Rojnamegerên di binçavan de: Em ji rastiyan hêz digirin

  • 11:37 11 Hezîran 2022
  • Rojane
 
AMED - Rojnamegerên kurd 4 roj in di binçavan de ne û bi rêya parêzeran peyam şandin. Edîtora me Gulşen Koçuk, got: "Em ji rastiyan hêz digirin." Hevserokê DFG'ê Serdar Altan jî diyar kir ku desthilatdarî dixwaze rastiyan ji gel veşêre û ji ber wê yekê dezgehên çapemeniyê hedef tên girtin.
 
21 kesên ku 20 jê rojnameger in di çarçoveya operasyona Serdozgeriya Komarê ya Amedê dabû destpêkirin de di 8'ê hezîranê de hatibûn binçavkirin hêj di bin çavan de ne. Li ser dosyaya rojnamegerên li Miduriyeta Polîsan a Amedê tên ragirtin de biryara sînordarkirinê heye. Her wiha rojnameger hêj jî di hucreyên yek kesî de tên ragirtin. Her wiha duh 2 roj din jî dema binçavkirinê hat dirêj kirin. 
 
Di heman demê de li gel malên rojnamevanan bi ser Produksiyona Pel, Produksiyona Piya, Produksiyona Arî û ajansa JINNEWS’ê yên li Amedê de girtin. Di serdegirtinana de gelek alavên  rojnamevanan hatin desteserkirin. 
 
Gerînendeya ajansa me Safiye Alagaş, edîtora me Gulşen Koçuk, Hevserokê Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan, Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş, edîtorên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azîz Orûç û Omer Çelîk, nûçegîhanê Xwebûnê Zeynel Abîdîn Bûlût û rojnamevan Lezgîn Akdenîz, Mehmet Şahîn, Suat Dogûhan, Ramazan Gecîken, Esmer Tûnç, Neşe Toprak, Mazlûm Dogan Guler, Elîf Ungur, Îbrahîm Koyuncû, Remziye Temel, Mehmet Yalçin, Abdurrahman Oncu, Kadîr Bayram û Feynaz Koçûk hatibû binçavkirin.
 
Edîtora me Gulşen Koçûk û DFG'ê Serdar Altan bi rêya parêzerên xwe peyamek şandin. 
 
'Rêya ku em te de ne rast e' 
 
Gulşen, da zanîn ku ji zextên li ser xebatkarên çapemeniya azad re ne biyanî ne û got: “Desthilat û daraz her çiqas bi ser kevneşopiya çapemeniya azad de werin jî dixwazin destnîşan bikim ku em li ser piyan e. Em ji rastiyan hêz digirin. Desthilata AKP’ê û MHP’ê bi daraza xwe bi helwest û pêkanînên xwe nikare ji karê me re bibe asteng. Em rojnamevan in. Desthilat û daraz nikare karê me diyar bike. Nikarin biryar bidin ku em rojnamevan in an ne rojnamevan in. Bi gotina wan a ‘ne rojnamevan in’ em ji rojnamevaniyê dernakevin. Rojnamevaniya jin a kurd gaveke nû destnîşan kir. JINNEWS ajanseke ku li Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn rojnamevaniya jin a bi bandor dike ye. Roja ku rojnamevaniya jin a kurd xwe birêxistin dike ve desthilat zextê li rojnamevanên jin dike. Yek ji sedemê van operasyonan jî ev e. Ez dixwazim careke din destnîşan bikim ku karê em dikin rêya em tê de ne rast e û em ji vê yekê bi bawer in.”
 
‘Rojnamegerî ne sûc e' 
 
Serdar, jî di peyama xwe de diyar kir ku êriş li çapemeniya azad hatiye kirin, desthilat dixwaze rastiyan ji gel veşêre û wiha got: “Desthilat hebûna xwe bi veşartina rastiyan a ji gel didomîne. Ji ber wê yekê dezgehên çapemeniyê hedef tên girtin. Desthilata AKP’ê û MHP’ê bi van operasyonan hewl dide bêhiqûqiyên xwe, pêkanînên derveyî mirovahiyê ji gel veşêrin. Bi binçavkirin û girtina rojnamevanan ragihandina rastiyan a ji gel re nikare were astengkirin. Kevneşopiya çapemeniya azad bi van pêkanînên derveyî hiqûqê nikarin bên bêdengkirin. Kevneşopiya çapemeniya azad her tim rastî gotin û wê niha şunde gotina rastiyan bidomîne. Rojnamevanî ne sûc e.”