Akademîsyen: Ji bo rojnamegerên kurd bêdeng nemînin

  • 09:16 11 Hezîran 2022
  • Rojane
ENQERE - Akademîsyen Ceren Sozerî bertek nîşanê binçavkirina 20 rojnamegerên kurd da û wiha vegot: “Ez vê pêkanîna dijminwarî ya li hember JINNEWS’ê şermezar dikim.” Hatîce Çoban Keneş diyar kir ku ger deng neyê derxistin dem bê wê kes dengê wan nebihîze.
 
Li Amedê di 8’ê hezîranê de têde rojnamegrên ajansa me jî heyî bi ser saziyên çapemenî û rojnamegeran de hat girtin. 20 rojnameger 21 kes hatin binçavkirin û serdegirtinê de gelek alav hatin girtin. Bertekên li dijî binçavkirinan didomin. Akademîsyenên jin bertek nîşanê binçavkirinan dan û gotin divê demildest bên berdan.
 
Endama Hîndekariya Fakulteya Ragîhandinê ya Zanîngeha Galatasarayê Doç Dr. Ceren Sozerî û Endama Hîndekariya Zanîngeha Munzurê Doç Dr. Hatîce Çoban Kenel ji ajansa me re axivîn. 
 
‘Beriya hilbijartinan pêk hat’
 
Cerenê destnîşan kir ku demek dirêje li Tirkiyeyê li hember azadiya çapemeniyên astengiyên cidi hene û roj bi roj yên nû lê zêde dibin. Cerenê balkişand ser operasyona li Amedê li hember rojnamegerên kurd hatiye kirin û wiha bi lêv kir: “Ev operasyona beriya hilbijartinan hatiye kirin sîmgeya zextane. Di destê hikûmetê de di vê pêvajoya hilbijartinê de hinek pêkanînên ku bikar bîne hene. Ev hinek hatine ceribandin. Sedema binçavkirina rojnamegerên Kurd jî ev e. Ger di vir de dengekî xurt neyê derxistin wê hîn bêtir zêde bibin.”
 
‘Pêkanînek dijminwariye’
 
Cerenê balkişand ser zextên li hember rojnamegerên kurd û got piranî rojnamegerên di bin çavan de berê doz lê hatine vekirin û dijhiqûqî girtî mane û wiha pê de çû: “Tu hinceta vê binçavkirinê tune. Agahî nedane parêzeran wan û ev binpêkirina maf e. Hinceta vê tenê AA û TRT’ê aşkera kiriye. Ez dixwazim ji bo JINNEWS’ê  vê bêjim; Rojê herî kêm 3 jin tên qetikirin, em di bin zextan de ne, em li welatekî ku xwe di ewlehiyê de hîs nakin de dijîn. Li şûna her kes bi ajansa jinê serbilind be biparêze, piştgiriyê bide bi awayekî dijminwarî berê xwe didin JINNEWS’ê. Ez vê şermezar dikim. Divê bê şermezarkirin. Hêvîdarim hevalên rojnameger demildest bên berdan.”
 
‘Ev pêkanîneke taybet e’
 
Endama Zanîngeha Munzurê Doç Dr. Hatîce Çoban Keneş jî wiha bertek nîşanda: “Li hember hemû aliyên civakê êrişek heye û êrişên li hember rojnamegeran jî tiştekî cudaye. Girtina rojnamegerên ku dengê didin bihistin pêkanînek taybet e. Ger hûn rojnamegeran bigirin gelo wê agahiyan ji ku bigirin? Ez gelek bi hêrsim. Tehemulên demokratîk jî nemane. Her kes dikare bê binçavkirin û bêdengkirin. Dixwazin vê bidomînin. Li dijî binçavkirinan bêdengî heye. Ez vê şermezar dikim. Ger ku em deng dernexin wê kes nemîne ku em dengê xwe pê bidin bihistin.”