Sewsen Şoman: Em azadiya Ocalan ji bo xwe peywir dibînin

  • 09:13 11 Hezîran 2022
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Berdevk û Koordînatora Însîyatîfa “ Nûn ji bo Azadiya Ocalan” Sewsen Şoman, destnîşan kir ku fikr û paradigmaya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo azadiya hemû gelan çirûskeke ji bo diyarkirina çarenûsê wan û got: “Em wek jinên Rojhîlata Navîn û Bakurê Efrîkayê azadiya Ocalan ji xwe re peywirek dibinin.”
 
Di 4’ê Hezîranê de aktîvîstên jin ên ji Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê li Paytexta Lubnanê Beyrûdê bi civîneke çapemeniyê Însiyatîfa "Nûn ji bo Azadiya Ocalan" ava kirin. Însîyatîf bi armanca nasandina fikrên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, belavkirina fikr û felsefeya wî û ji bo parastina nasname û çanda pêkhateyan û baweriya wan hate destpêkirin. 
 
Têkîldarî mijarê Berdevk û Koordînatora însîyatîfê parêzêr Sewsen Şoman ji ajansa me re axivî.
 
‘Azadiya Ocalan ji bo me peywirek e’
 
Sewsen, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser avakirina însîyatîfê û diyar kir ku ev însîyatîf ji pêkhateyên Rojhîlata Navîn û tenê ji jinan pêk tê. Sewsen, wiha axivî: “Ev însîyatîf ji bo belavkirina fikr û felsefeya birêz Ocalan  ku ji bo jinên Rojhîlata Navîn û ji bo jinên Bakurê Efrîkayê pêş xistiye hate ava kirin. Birêz Ocalan di encama komployek navneteweyî bi salan e di girtîgeha İmralî de tê girtin. Em wek jinên Rojhîlata Navîn û jinên Bakurê Efrîkayê hilwêşandina dîwarên Îmralî û azadiya Ocalan ji bo xwe wek peywirek dibînin. Xebatên me bi taybetî li ser  danasîna fikr û paradîgmayên birêz Ocalanê ku li ser jinê û gelên bindest pêş xistiye ne û danasîna wan a bi rêya çapemeniyê ye.”
 
‘Fikrên Ocalan çarenûsa hemû gelan diyar dike’
 
Sewsen, daxuyand ku fikrên Abdullah Ocalan ne tenê li ser jinên Rojhîlata Navîn û Bakurê Efrîkayê ne û got: “Fikrên Ocalan ji bo hevsengiya Rojhîlata Navîn û Bakurê Efrîkayê xwedî taybetmendiyek girîng in. Her wiha Firkrên Ocalan ji bo hemû gelên cîhanê û jinan wek çîrûskek ji bo diyarkirina çarenûsê ne. Bi van fikran pêşiya jinê ya di her qadê de hate vekirin, ji bo azadiya jinê di her qadê de bang hate kirin.  Hem di qada sîyasî hem jî di qada cîvakî de jinan gelek deskeftiyên mezin bidest xistin. Azadiya Ocalan avakirina civakek demokratîk e. Ji ber ku ev pergala heyî li ser esasê redkirin û nepejirandina rol û mîsyona jinê ye. Em weke jin girîngiyê didin azadiya Ocalan , ji ber ku rêbaz û paradîgmaya wî ji bo azadiya me jinan gelek girîng e.Em Ocalan wekî rêberekî ku demokratîkbûna hemû civakan û ne tenê azadiya jinên kurd azadiya hemû jinmên cîhanê dixwaze dibînin. Ev fikir û paradîgma nexşerê ye ji bo gelek civak û pêkhateyên ku rêberiya wî dibînin. Ji ber ku Ocalan ji bo me girîng e  çi ji destê me bê em ê ji bo azadiya wî bikin. Fikrên Oclalan çarenûsa hemû gelan diyar dike.”
 
‘Ji belavbûna fikrên Abdullah Ocalan ditirsin’
 
Sewsen, destnîşan kir ku hêzên desthilatdar ji bo pêşî li ber belavbûna fikr û paradîgmayên Abdullah Ocalan bigirin di nav hewldanan de nin û got: "Dema em li zanista civakî ya Abdullah Ocalan dinêrin, ew ne tenê lîderekî siyasî û partiyekî ye. Dibe ku hilbêrîna wî ya herî girîng zanista Jineolojiyê ye. Bêguman her fikir û rêbazek ku bandorê li hêz û mêtingeriyê dike wê bibe hedefa zilm û înkarê. Lewra pêşîlêgirtina belavkirina fikr û felsefeya Ocalan a ji hêla Tirkiyê ku ji demokrasiye dûr e, dihat texmîn kirin. Lê belê ew girtina fizîkî û tecrîda girankirî pêşiya fikr û ramanên wî nekarî bigire. Birêz Ocalan li dijî vê tecrîdê li ber xwe da û li girtîgeha Îmraliyê de ji bo çarenûsa pirsgirêkên Rojhîlata Navîn gelek fikr û pêşniyaran pêş xist. Em dizanin ku ev tecrîd ne tenê fizîkî ye, ne hiqûqî û rewa ye. Ev tecrîda girankirî, qutbûna ji cîhana derve û bêparbûna ji hevdîtinên parêzeran li şûna girtiyên siyasî, bi rastî jî nîşan dide ku pergala zalim û faşîst çiqasî ji fikir û paradîgmaya wî ditirse da ku nahêle belav bibe.”
 
‘CPT erka xwe bi zanyarî bi cîh nayîne’
 
Sewsen, bal kişand li ser helwesta CPT'ê wiha nêrînê xwe anî ziman: "Hêzên hegemonîk ne tenê ji fîzîka wî, ji ramanên ku herî zêde berjewendiyên emperyalîzmê hedef digirin jî ditirsin. Helbet birêz Ocalan bi serê xwe sembola berxwedanê ye. Rast e, ev girtinek fizîkî ye, lê ev raman ne mirî ne û qet namirin. Civaka navneteweyî û saziyên sivîl, li hemberî vê tecrîda dijhiqûqî û pêkanînên Dewleta Tirk ên li ser Abdullah Ocalan, erka xwe bi cih neanîn. Van komîteyan an jî saziyên sivîl bi awayekî aktîf erkên xwe yên li hemberî van pêk neanîn. Mixabin em dibînin ku welatên rojavayî ew tecrîdê li gorî berjewendiyên xwe bikar tînin û tenê danûstendinan dikin. Lewma Tirkiye her çendî ew peyman pesend kiribe jî hemû peymanên ku binpêkirina mafên mirovan û mafên girtiyan li cîhanê qedexe dikin binpê dike. Ne CPT ne jî sazî û rêxistinên navneteweyî bertekên cidî nîşan nadin û gavên şênber neavêjin. Herî dawî piştî demeke dirêj pêwendiya Birêz Ocalan a telefonê bi birayê wî re heye. Lê roj bi roj di bin şert û mercên girantir ên tecrîdê de ye. Ji vê yekê em dibînin ku ev civak û saziyên sivîl li hemberî van binpêkirinan helwestê nagirin û erkên xwe bi rêk û pêk naynin.”
 
‘Em ê polîtîkayên wan teşhîr bikin’
 
Sewsen, wiha dawî li axaftina xwe anî: “Wek însiyatîfa me ya jinan, bi hatina cem hev ji herêm û civakên cuda li ser torên civakî yên cihêreng gavekê girîng e. Em ê bi bikaranîna rêyên veguhestina civakî yên cûrbecûr, van ramanên ku dikarin tevahiya mirovahiyê ronî bikin ji her ziman û civakê re bi hêviya sûdmendî û sûdwergirtinê ragihînin. Bi bikaranîna van ramanan ji aliyê ciwanan ve di her warî de ji bo civakê sûdmend e. Em bi biryar in ku bi rêya panelên cuda yên konferansên çapemeniyê û medyaya dijîtal van binpêkirinan eşkere bikin. Ji bo ku her çiqas haya wan jê hebe jî bi awayekî ku zextê li wan tê kirin, dev ji van binpêkirinan berdin.”