Ji Îzmîrê bertek: Divê rojnamegerên kurd serbest bên berdan

  • 09:09 11 Hezîran 2022
  • Rojane
Melîke Aydin
 
ÎZMÎR - Rojnameger, siyasetmedar û aktîvîstên Îzmîrê bertek nîşanê binçavkirina xebatkarên çapemeniya azad dan û gotin divê demildest xebatkarên çapemeniyê serbest bên berdan. 
 
21 kesên ku 20 jê rojnameger in di çarçoveya operasyona Serdozgeriya Komarê ya Amedê dabû destpêkirin de di 8'ê hezîranê de hatibûn binçavkirin hêj di bin çavan de ne. Li ser dosyaya rojnamegerên li Miduriyeta Polîsan a Amedê tên ragirtin de biryara sînordarkirinê heye. Her wiha rojnameger hêj jî di hucreyên yek kesî de tên ragirtin. Her wiha 2 roj din jî dema binçavkirinê hat dirêj kirin. 
 
Ddi heman demê de li gel malên rojnamevanan bi ser Produksiyona Pel, Produksiyona Piya, Produksiyona Arî û ajansa JINNEWS’ê yên li Amedê de girtin. Di serdegirtinana de gelek alavên  rojnamevanan hatin desteserkirin. 
 
Derbarê binçavkirin û desteserkirina amûran de bertek û nerazîbûnên raya giştî didomin. Siyasetmedar, aktîvîst û rojnamegeran bertek nîşanê binçavkirinan da û gotin divê demildest rojnameger bên berdan.   
 
'Em ê tevî hemû zextan binivsînin' 
 
Xebatkara rojnameya Evrenselê Dîlek Omaklilar da zanîn ku êrişên li hember rojnamegeran her roja ku derbas dibe zêde bûne û gotin wê destur nedin ku ev rewş wisa normal bê dîtin. Dîlekê wiha berdewam kir: “Em dizanin ku rojnamegerî ne sûc e. Hevalên me bi sala ne rojnamegeriyê dikin. Hevpîşeyên me ji qeyûman bigirin heta nelêrêtiyan nûçeyên girîng çêdikirin. Ji aliyê din di pêvajoya hilbijartinê de zextan zêde dikin. Em bi dengekê bilind dibêjin êdî bes e. Tevî hemû zextan em ê binivsînin. Divê her kes bi rojnamegeran re di nav piştevaniyê de bin." 
 
‘Dixwazin xebatan krîmînalîze bikin’
 
Hevsroka HDP’a Îzmîrê Berna Çelîk jî destnîşan kir ku ev êriş ne yên ewilî ne jî yên dawiyê ne û got: “Ev operasyon, di pêvajoyeke êrişa li hember Herêma Federal a Kurdistan û Sûriyeyê, beriya meşa Gemlîkê pêk hatiye ne tesadufî ye. Ev êriş bi armanca pêşî lê girtina azadiya girtina nûçeyan e. Ew jî baş dizanin ku Gelê Kurd bi çapemeniya alîgir ne bawer e. Ev bi armanca krîmînalîzekirina xebatên çapemeniya azad hatine kirin.”
 
‘Em ê bertekên xwe mezin bikin’
 
Ji Rojnameya Mucadele Birligi Lutfiye Burcu Kara, destnîşan kir ku êrişên li Sûriye û herêmên cuda ên Kurdistanê li hember kurdan zêde bûne û ev êrişa li hember çapemeniya azad jî ji pêvajoyê ne serbixwe ye û got: “Rojnamegerên kurd dengê Gelê Kurd e û ji ber vê binçavkirin çêbûn. Ev di esasê de ne tenê li hember rojnamegerên kurd e, ev êriş wê mezin bibin. Ji bo dengê Gelê Kurd bibirin wisa dikin. Tevî hemû êrişan em ê dengê xwe bilind bikin."
 
'Ewilî êrişê kedkarên çapemeniyê dikin'
 
Ji Tora Parastina Jinan Gîzem Goşkun jî bertek nîşanê êrişan da û bi lêv kir ku di têkoşîna jinan de cihê çapemeniyê gelek girîng e û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Kedkarên çapemeniyê yên jin jî di tevgera jinan de kirde ne. Li cîhan û Tirkiyeyê bi serdestiya faşîzmê re li hember tevgera jinan êrişên cidî pêk hatine. Dema êrişên cidî pêk tên ewil êrişê kedkarên çapemeniyê dikin. Em êrişa li hember JINNEWS’ê wisa dibînin û dinirxînin û em qebûl nakin. Têkoşîna wan têkoşîna me ye.”