‘Divê rastiya di bin Qereqola Kevn a Bîsmilê de derkeve holê'

  • 09:05 11 Hezîran 2022
  • Rojane
Medya Uren
 
AMED - Uzehîr Kurt di sala 90'î de hat binçavkirin û piştre hat windakirin. Keça wî Aynûr Akdag, da zanîn ku dema hat îdiakirin ku di bin Qereqola Bîsmîlê ya kevin de hestiyên ku aîdê mirovan e hatiye dîtin hestiyar bûne û got: "Dibe ku ev yê nasê me bin. Bi awayeke veşartî hestiyên ku hatin dîtin hatin binaxkirin. Lê em nahêlin ku carek din ev hestî bên windakirin."
 
Di nîsana 2021'ê de Qereqola Polîsan a Bismîla Amedê hat hilweşandin û vê demê hat îdiakirin ku hestiyên ku aidê mirovan hatiye dîtin û piştre ev hestî bi awayek veşartî hatine binaxkirin. Li ser bihîstina bûyerê malbatên ku nasên wan ji salên 90’î ve hatine windakirin û aqûbeta wan nediyarin ketin nav lêgerînê.
 
Uzehîr Kurt di sala 90'î de hat windakirin, keça Uzehîr, Aynûr Akdag ji ajansa me re axivî. 
 
'30 sal in em li aqûbeta wan dipîrsin' 
 
Aynûr di serî de wiha behsa pêvajoya girtina bavê xwe dike: “Di salên 90’î de leşkerên Tirk êrişî gundê me Bîrê ya girêdayî navçeya Bismilê kir. Wê demê ez zarok bûm weke xewnek tê bîra min. Li bavê min dixistin, gef lê dixwarin û herî dawî jî di dema şewitandina gundan de wî birin. Şev bû bi ser gund de girtin. Me ji wir derxistin û bawerim ji gund li gel bavê min 3 kes birin. Her sê ji hîna winda ne. Aqûbeta wan ne diyar e.  30 sal in em li hestiyên wan digerin. Lêgerîna me dê her berdewam bike." 
 
‘Gor bi gor, welat bi welat hestiyên kurê xwe geriya' 
 
Aynûr diyar kir ku pîrika wê Koçer Kurt heta dawiya emrê xwe li pey hestiyên kurê xwe ket û wiha qala pîrika xwe kir: "Piştî rojekî bavê min tê binçavkirin û diya min û pîrika min diçin wî dibînin. Bavê min ji diya min çixare dixwaze. Lê diya min digirî û dibêje xaniyên me hatine şewitandin û tiştek yê me nemaye ku ji te re bînim. Ji wê rojê şûnde me xeber jê negirt. Pîrika min serî li qereqolan, dadgehê, Komeleyên Parastina Mafên Mirovan ê Tirkiyê û Ewrûpayê da. Li kîjan bajarî hestî derket, pîrika min çû wir. Li benda encamên DNA’yê ma. Heta dawiya emrê xwe bi hesreta gora bavê min çû. Ji ber ku em biçûk bûn diya min me dinêrî. Pîrika min jî bajar bi bajar, gor bi got, welat bi welat ji bo hestiyên kurê xwe bibîne digeriya." 
 
‘Em dev ji doza xwe bernadin' 
 
 Aynûr, diyar kir ku ji bo ew dev ji lêgerînê berdin hertişt hat kirin û wiha berdewam kir: “Xwestin tazmînatê bidin û me îqna bikin. Bi caran bi ser mala me de girtin û gef li me xwarin. Lê çi dibe bila bibe em ê dev ji doza xwe bernedin. Heya em cenazeyên xwe nebînin em ê li her derî lêbigerin. Em ji berpirsyaran hesap bipirsin. Divê cenazeyên me werin dîtin û berpirsyar werin darizandin. Em niha nebînin wê zarokên me ji we hesap bipirsin. Em dev ji doza xwe bernadin.”
 
‘Divê carek din neyên veşartin’
 
Aynur herî dawî wiha got: “Li Bismilê qereqola kevin hate xirakirin û di bin de hestiyê mirovan derket. Dibe ku ev yê nasê me bin. Dema me bihist hestî hatine dîtin em pir bi hestiyar bûn. Ji aliyekî xemgîniyek hebû û ji aliyekî din jî me digot êdî hesreta me bi dawî dibe. Em dibêjin wê êdî mezelê bavê min jî hebe. Lê belê bi awayeke veşartî hestiyên ku hatin dîtin hatin binaxkirin. Divê testa DNA’yê pêk were. Ger ne cenzayên me bin jî dibe ku yê hinek kesên din bin jî. Ji ber ku aqûbeta bi sedan kesan ne diyar e. Veşartina wan û binaxkirina zû, nîşan dide ku li vir tiştek heye. Bila rastiya li vir derkeve holê. Divê ev hestî winda nebin."