‘Çapemeniya azad serî natewîne’

  • 17:22 10 Hezîran 2022
  • Rojane
AMED – Rêxistininên Demokratîk ên li Amedê, komele û HDP bi armanca şermezarkirina binçavkirina kedkarên çapemeniyê û serdegirtina bîroyên wan li ber deriyê DFG’ê daxûyanî dan. Di daxuyaniyê de Hevseroka DFG'ê Dîcle Muftûoglu got wê operesyon nikaribin me bêdeng bikin ji ber ku em hêza xwe ji Apê Musa û Gurbetellî Ersozan digirin. 
 
Di pêşengiya rêxistininên Demokratîk ên li Amedê, komele, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)  derbarê 21 kesên hatin binçavkirin ku 20 ji wan rojnameger in û di encama serdegirtina malên xwe de hatine binçavkirin û serdegirtina saziyên çapemeniyê de li ber deriyê avahiya Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firadê (DFG)ê daxûyanî ji çapemeniyê re hat dayîn. Rêxistina HDP’ê, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Jinan a Rosa, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), MED-DER  û bi jimarek zêde rojnameger beşdarî daxûyaniyê bûn. 
 
‘Başe hun hene, nivîskarên heqîqetê’
 
Di destpêkê de parlementera HDP’ê Feleknas Uca axivî û bi van gotinan êriş şermezarkir: “ Çapemeniya azad bi pênûsa xwe, bi gotina heqîqetê  bûn tirsa herî mezin a Îqtidarê. Dixwazin li gorî xwe teşe bidin çapemeniyê. Ango pêwîste kesek ji derveyî daxwaza wan tevnegere, divê di çarçoveya siyaseta wan de nûçeyên xwe parvebikin. Lê belê çapemeniya azad li dijî van kiryaran di gotina heqîqetê de bi israr tevdigerin. Ji ber vê sedemê jî êrişî çapemeniyê dikin. Çawa di salên 90’’î de, di dema Tansû Çîler de çapemeniya azad serî netewand, wê îro li hemberî îqtidara faşîst jî serî netewîne. Çiqas hevalên me rehîn bigirin, çiqasî ji bo ne nivîsin destên wan kelepçe bikin jî ew ê li ser şopa Apê Musa di riya heqîqetê de li berxwe bidin. Hunê nikaribin çapemeniya azad rehîn bigirin. Ger rojnamevanî suc be em hemû ji şîrîkê vî sucî ne. Ji ber ku em hemû bi hev re xwedî li vê demê derdikevin. Em careke din van êrişan şermezar dikin û daxwaza berdana hevalên xwe dikin. Bijî berxwedana çapemeniya azad. Başe hun hene, nivîskarên heqîqetê.”
 
‘Rojnamegerên kurd nirxê me ne’
 
Hevserokê MED-DER’ê Rifat Ronî jî bal kişand li ser astengkirina azadiya çapemeniyê û wiha axivî: “Pîvana demokrasiyê li welatên demokratîk azadiya çapemeniyê ye. Em dibînin ku li vî welatî çapemenî tim tê astengkirin. Tirkiye di warê binpêkirina mafên çapemeniyê de di navbera 180 welatan de di rêza 170’emîn de cih digire. Ev êrişên li ser çapemeniyê tên meşandin ji êrişên li ser kurdan ne qût in. Bi vê ve girêdayî zêdetir azadiya wan tê astengkirin. Em dibêjin çapemeniya kurd eynika wijdana Gelê Kurd û cîhanê ye. Ji ber ku ew zimanê muhalefetê ne. Em êrişan şermezar dikin û daxwaza azadiya çapemeniyê dikin.”
 
‘Em kiryarên bê hiqûq erê nakin’
 
Rêvebira OHD’ê Ozum Vurgun jî diyar kir ku hewil didin ji binî ve çapemeniya azad bêdeng bikin û got: "Niha ji komele, pêkhate û saziyên ku  xwestekên wan pêk naynin dikin hedef. 20 rojnameger jî beriya 2 rojan hatin binçavkirin û di derbarê dosya wan de biryara sînordarkirinê hatiye dayîn. Em kiryarên wan qebûl nakin û li hemberî wê bi rojnamegeran re ne.”
 
‘Em hêza xwe ji Apê Musa digirin’
 
Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglu jî ji bo piştgiriyên tên kirin spasiya xwe anî ziman û got: “Êrişekî ku dirêjî 30 salan dibe heye. Buroyên me hatin bombebarankirin me dev ji xebatên xwe berneda. Rêhevalên me hatin qetilkirin, di bin çavan de hatin wendakirin. Me wê demê jî got û em niha ji dibêjin em bêdeng namînin û em ê bêdeng nemînin. Em her roj bi hêztir daketin qadan. Her ku rêhevalek me hate girtin, ciwanek din tevlî xebatan bû. Em dev ji vê têkoşînê bernadin. Em hêza xwe ji Musa Anter, ji Gurbetelî Ersoz û Hafiz, Nujiyan Erhan digirin. Em 30 sal in dinivîsin û berdewamdikin. Tu operesyon ji nikarin me bêdeng bikin.”
 
‘Çapemenî çok danayne'
 
Seroka Komeleya Jinan Rosa yê Edalet Kaya jî bi van gotinn êrişê şermezarkir: “Di têkoşîna jinê de ked û hewildanek mezin ya çapemeniya azad, bi taybetî jî ya JINNEWS'ê heye. Bi rêya wan me rastiya îqtidarê, polîtîkayên dijminatiya kurdan, jinan raxist berçavan. Em dizanin wê çapemeniya azad li hemberî van êrişan çok daneyne. Em ji piştgirî didin berxwedana wan ya bi rûmet."