Herêma Çukurovayê ji meşa Gemlîkê re amadeye

  • 17:02 10 Hezîran 2022
  • Rojane
EDENE - Li Edeneyê ji bo meşa Gemlîkê ya 12'yê hezîranê de bê kirin banga tevlîbûnê ji hêla partiyên siyasî, sazî û dezgehên sivîl ve hat kirin. 
 
Beriya Meşa Gemlîkê ya wê 12'yê hezîranê bê lidarxistin, li avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Edeneyê daxuyanî hat dayin. Rêxistina HDP’ê ya Edeneyê, Meclîsa Bajêr a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Akdenîz a Edeneyê (ATÛHAYDER) û rêvebirên Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên xwe Wenda Kirine ya Akdenîzê (AYKAYDER), Parlamenterê HDP’ê yê Edeneyê Kemal Pekoz û gelek kes tevli daxuyaniyê bûn.
 
Hevserokê HDP’ê yê Edeneyê Mehmet Karakiş wiha got: “Tecrîd tê wateya Tirkiyeyeke tarî. Ferzkirina polîtîkaya şer e. Nezanî, xizanî, mehrûmbûn e. Em vê pêkanîna nedemokratîk qebûl nakin. Tecrîd ne pêkanîneke exlaqî, wijdanî û huqûqî ye. Lewre em bi dengek bilind dibêjin ku divê demildest bê rakirin.”
 
Parlamenterê HDP’ê yê Edeneyê Kemal Pekoz jî destnîşan kir ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 23 sal in tecrîdkirî ye û salên dawî tecrîda li ser wî girantir bûye û wiha axivî: "Roja yekşemê em ê ber bi Gemlîkê ve bimeşin. Ev meş meşa hiqûq û edaletê ye. Tecrîda li ser Birêz Ocalan bê rakirin. Divê dengê aştiyê ji Îmraliyê bê. Pêşî ji bo gelên Tirkiyê paşê ji bo aramî û ewlehiya gelên Rojhilata Navîn û cîhanê divê rêyek bê vekirin.”