775 parêzer ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin

  • 15:32 10 Hezîran 2022
  • Rojane
AMED - OHD’ê derbarê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên din berdewam dike de civîna çapemeniyê li dar xist û di civînê de wiha hat gotin: "775 parêzer ji bo hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re pêk bînin serlêdan kirine."
 
Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD), têkildarê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, girtiyên din ên bi navê Veysî Aktaş, Hamîlî Yildirim û Omer Hayrî Konar ku di girtîgeha Tîpa F ya Îmraliyê de tên girtîn, li Oteleke li Amedê civîna çapemeniyê li dar xist. Hevserokê Giştî yê OHD’ê Bunyamîn Şeker, Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan, Hevserokê Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Med (MED TUHAD-FED) Zekî Baran, Serokê baroya Amedê Nahît Eren beşdarî daxuyaniyê bûn. Ji Amed, Wan, Mêrsin, Riha, Çolemêrg, Êlih, Mêrdîn û gelek bajarên din parêzer beşdarî civînê bûn. 
 
‘Hercarî qanûnên xwe ji derbazkirin’
 
Bûnyemîn Şeker di civîna çapemeniyê de axivî û bal kişand ser tecrîdê û wiha nirxandin kir: “Hevdîtinên parêzer û malbatan bi hincetên weke koster xirabûne tên astengkirin. Niha jî hincet cezayê disiplînê tên nîşandan û her tim jî nû dikin. Ji salên 2015’an heya sala 2019’an xeber ji Îmraliyê nehate girtin. Di sala 2019’an de greva birçîbûnê li dijî tecrîdê hatibû destpêkirin. Di encamê de hevdîtinek ya parêzeran pêkhatibû. Piştî vê dîrokê cardin di adara 2021’ê de bi rêya telefonê hevdîtin pêk hat. Lewra ji wê rojê şûnde ev bû 2 sal in xeber jê nayê girtin. Piştî pêvajoya OHAL'ê şûnde qanûna bi jimara 5275'an a li ser hevdîtinên bi parêzeran re li qanûnên Tirkiyê hate zêdekirin. Her çiqasî xwestin van bêhiqûqiyan di zagonên xwe de bicih bikin jî wan hercarî qanûnên xwe ji derbazkirin. Ne li gor qanûnên cîhanî û ne jî li gor qanûnên xwe tevgeriyan.”
 
‘775 parêzer serlêdana xwe ya li dijî tecrîdê nû kirin’
 
Bûnyemîn bal kişand li ser xebatên ku li dijî tecrîdê dane meşandinê û wiha pê de çû: “Di serî de komeleyên me û gelek sazî û dezdgehên din jî bi israr li dijî van nêzîkatiyan derdikevin. Ji bo ku dawî lê tecrîdê were gelek xebat hatin meşandin. Weke xebatên me yên herî dawî jî di gulana sala 2021’ê de 768 parêzer li dijî binpêkirinên mafan û bêdengiya Wezîrê Dadê me deklerasyonek weşand. Serlêdanên me yên CPT' û saziyên parastina mafên mirovan yên Awropayê çêbûn. Tê zanîn ji ber ku xeber ji Îmraliyê nayê girtin di serî de malbat herkes bi guman e. Me weke hevserokên OHD’ê jî xwest ji bo lêkolîn û lêpirsînê hevdîtinê bi girtîgeha Îmraliyê re bikin. Lewra ne ji wan sazî û destgehan encamek hate destxistin ne jî Wezîrê Dadê derbarê serlêdanên me de bersiv da. Niha jî weke 775 parêzeran me serlêdana xwe nû kir. Em bi hêvî ne ku wê vê carê jî serlêdana me bêbersiv nemîne. Ji bo ev bê hiqûqî dawî lê were em ê şopdar bin." 
 
‘Em ê her tim serlêdanên xwe nû bikin' 
 
Ozturk Turkdogan jî diyar kir ku Îmralî bi serê xwe li dij mirovahiyê ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ji roja ev girtîgeh hatiye avakirin vir ve em li dijî vê derketin. Li gorî me pêwîste demlidest were girtin. Ne pêkane ku em vê modelî erê bikin. Li gel vê jî hevdîtinên bi malbatan û parêzeran re tên astengkirin. Girtiyên li Îmraliyê ji hemû mafên xwe tên mehrûm hiştin. Ev li gorî qanûnên Tirkiyê û Ewropayê jî nabe. Demek dirêje em van gotinên xwe dubare dikin. Divê dawî li van biryarên keyfî bên. Niha jî weke 775 parêzer me serlêdana xwe ya li dijî van bêhiqûqiyan kir. Em bi hêvîne ku serlêdana me berçav were girtin. Em bi hêvî ne ku Tirkiye û hikûmet di vî warî de gaveke girîng bavêje. Em tev ji dizanin ku rêya sereke ya destpêkirina pêvajoya aştiyê wê şkandina tecrîdê be. Şikandina tecrîdê pêwistiyek e. Em pêvajoyê bişopînin û heya were şikandinê serlêdanên xwe nû bikin.”
 
‘Nahêlin ku em erka xwe ya parêzeriyê pêk bînin' 
 
Nahît Eren di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser êrişên li hemberî çapemeniyê û wiha axivî: "Di rojekî de bi dehan rojnameger hatin binçavkirin. Em niha civîna çapemeniyê lidardixin. Em carek e din êrişên li ser çapemeniyê û astengkirina azadiya çapemeniyê şermezar dikin. Weke parêzer berpirsyariyên me hene û em ji hewil didin erka xwe bînin cih. Lewra, ligel hewildanên me û serlêdanên me jî hevdîtinên me yên bi Îmraliyê re hatin astengkirin. Ji bo şikandina tecrîdê me gelek xebat dan meşandin û ji bo qanûn bên pratîzekirin em hewildidin. Ji bo hevdîtina bi parêzeran re, bi malbatê re, ji bo sûdê ji mafên xwe yên weke nûçe, ragihandin û telefonê bigirin daxwazên me hene.”
 
‘Bi şikandina tecrîdê re aştî pêkan e’
 
Zekî Baran jî di civîna çapemeniyê de diyar kir ku serlêdana 775 parêzeran gelek girîng e û wiha berdewamkir: “Ev tecrîda tê meşandin ne li ser kesayeta kesekî li dijî civakekî tê meşandin. Ev tecrîd di encama siyaseta cudaker, nîjadperest de derdikeve holê. Li gel serlêdana parêzeran di 12’yê hezîranê de jî wê girseya demokratîk û partiyên siyasî ber bi Gemlîk ê ve bimeşin. Weke nîştecihên vir berpirsyariya me herkesî ye. Azadî û demokrasî wê ji xwe ve neyê li ser van axan. Pêwîste herkes têkoşîn û berxwedanê bide. Divê em di asta mirovahiyê de li tecrîdê temaşe bikin. Bi şkandina tecrîdê re wê aştî pêkan be.”