Li Îzmîrê ji bo meşa Gemlikê bang

  • 14:28 10 Hezîran 2022
  • Rojane
 
ÎZMÎR - Ji bo meşa Gemlikê ku wê li dijî tecrîda li ser rêberê PKK'ê bê lidarxisitn li Îzmîrê banga tevlibûna meşê hat kirin.
 
Bi tevlibûna Meclisa Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) a Bajarê Îzmîrê, rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzîrê, Nûnertiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Egeyê, Tevgera Jinên Azad (TJA) û EGE -TUAYDER'ê  bi dirûşma " Li dijî siyaseta tecrîdê ji bo em azadiyê biparêzin em dimeşin Gemlikê" li avahiya HDP'ê ya Îzmîrê civîna çapemeniyê hat lidarxistin.
 
Di destpêka civînê de Hevberdevkê Meclisa Bajarê Îzmîrê Sabrî Gul, axivî û piştre jî Hevseroka HDP'ê ya Îzmîrê Berna Çelîk metnê daxuyaniyê xwend. 
 
'Sedmea zextan tecrîda li ser Abdullah Ocalan e'
 
Sabrî diyar kir ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji 1999'an ve bi komployekê di bin tecrîdê de li Îmraliyê tê girtin û berdewam kir, "Tecrîda li ser birêz Ocalan ne li ser şexs, li ser civakê ye. Li erdnîgariya ku em lê dijîn sedema şer, qetlîamên jinan, girtin û binçavkirinan jî ev tecrîd e.  Divê ev şerê ku bi salan e berdewam dike bi dawî bibe û çareseriyeke bi rûmet bê dîtin. Azadiya Ocalan azadiya civakê ye. Em bang li herkesî dikin û tevli meşa Gemlikê ya di 12'ê Hezîranê de tê lidarxistin bibin."
 
'Îqtîdar dixwaze krîza xwe bi krîza pergala kapîtalîst kamufle bike'
 
Hevseroka Bajarê Îzmîrê Berna Çelîk jî di destpêka daxuyaniyê de diyar kir ku Tirkiye krîzekî mezin ê dîroka xwe dijî û ev tişt got, "Dema em dikevin sedsala duyemîn a komarê, yek ji sedemên sereke yên qeyranên pergalê jî ew e ku pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk û aştiyane çareser nebûye. “Em tim û tim dubare dikin ku em ji vê rewşê bi fikar in. Ji bo em vê fikar û îtîrazê bînin ziman, em di 12'ê Hezîranê de ber bi Gemlîkê ve dimeşin, em bi dirûşma 'Li dijî polîtîkayên tecrîdê ji bo parastina azadiyê ber bi Gemlîkê ve dimeşin!' li dar dixin. Em bang li hemû derdorên hestiyar, hêzên dost û raya giştî ya demokratîk dikin ku piştgiriyê bidin meşa me ya Gemlîkê. Weke Herêma Egeyê em ê roja Şemiyê saet di 19.00 de li ber avahiya navçeya xwe ya li Bayrakli-Yamanlar bên cem hev û beşdar bibin. Em bang li hemû gelê xwe û saziyên demokratîk ên li Îzmîrê dikin ku piştgiriyê bidin meşa me. Werin em bi hev re tecrîdê bişkînin, heta azadiyê bimeşin."