Heyetek ji KESK’ê çû serdana rojnamegeran
- 13:48 10 Hezîran 2022
- Rojane
ENQERE - KESK û sendîkayên girêdayî wê, ji bo rojnamevanên ku li Amedê di serdagirtina malan de hatine binçavkirin, serdana piştgiriyê li ajansa me û ya MA'yê kir.
Di çaroveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Amedê ya 8’ê nîsanê di derbarê rojnamegeran daye destpêkirin û 20 jê rojnamevan 21 kes hatin binçavkirin. Konfederasyona Sendîkaya Karkerên Cemaweriyê (KESK) û sendîkayên girêdayî wê ji ber zext û binçavkirinên li dijî rojnamevanan û saziyên wan serdana piştgiriyê li Nunertiya ajansa me û ya MA'yê ya Enqereyê kir. Hevserokê Giştî ê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk, Serokê Giştî yê Sendîkaya Milê Çandinî, Daristan, Hawîrdorê û Sewalkariyê ya Cemaweriyê (Tarim Orkam-Sen) Ahmet Keleş û gelek rêveberê KESK’ê tevli serdana piştgiriyê bûn.
Mehmet operasyonên li dijî rojnamegeran tên meşandin wek xitimandina desthilatê ya beriya hilbijartinê û têkçûna polîtîkayên şer nirxand û got ku ew dê tim li cem rojnamegerên zext li wan tên kirin bisekinin.
Rojnamevan-nivîskar Huseyîn Aykol jî anî ziman ku ev 32 sal e rojnamegeriyê dikin û di vê rêyê de ji 50 zêdetir hevalên wan dema ku karên xwe dikirin hatin qetilkirin. Aykol da zanîn ku tevî zext û zordariyan jî ew ê karê xwe bidomînin.