Aygul Doku bi darê zorê ji merasîma derçûnê hat derxistin

  • 11:45 10 Hezîran 2022
  • Rojane
DÊRSIM - Xuşka Gulîstan Doku ya hat windakirin Aygul Doku a ku tevli Merasîma Derçûnê ya Zanîngeha Murnuzrê bû  û got , 'Gulîstan Doku li ku ye?' bi fermana rêveberiya zanîngehê bi darê zorê ji ser dikê hat daxistin. Aygul got, " Ger ku Gulîstan jî sax bûya wê îro ew jî li vir bûya."
 
Xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulistan Dokû ji 5'ê çileya 2020'î ve winda ye û bi tu awayî agahî jê nayê girtin. Li Zanîngeha Mûnzûrê merasîma derçûnê hat lidarxistin û xûça Gulîstanê Aygul Dokû jî tevli merasîmê bû û bi gotina "Me yê dîplomaya xwişka xwe bi hev re bigirta" xwest derkeve ser dikê. Lê peywirdarên ewlehiya taybet mudaxaleyî Dokû kirin. Lê rexmî vê mudaxaleyê jî Aygul bi wêneyê xwişka xwe Gulistan derket ser dikê û xwest li pêşberî Waliyê Dêrsimê Alî Ozkan, Rektorê Zanîngeha Mûnzûrê Ûbeyd Îpek ji bo xwişka xwe biaxive. Lê destûr nehat dayîn ku Aygulê biaxive. 
 
Bi zorê ji ser dikê daxistin
 
Peywirdarên ewlehiya taybet Aygulê bi zorê ji ser dikê daxistin. Hevalên Gulîstanê bertek nîşanî mudaxaleyê dan. Li ser bertekên zêde bi dehan xwendekar hatin ber dikê û piştgirî dan çalakiya Aygul Dokû. Piştî xirecira ku pêk hat Aygul û xwendekarên zanîngehê derketin ser dikê. Aygul Dokû, dûrişmeya "Gulistan li ku ye?" berz kir. Dema ku Aygul Dokû dûrişm berz kirin bi pergala deng hewl dan dengê wê qut bikin. 
 
'Min pirsa xuşka xwe kir'
 
Aygul Dokû, dîmenên mudaxaleya li dijî xwe li ser hesabê xwe yê medya sanal parve kir û wiha got: "Îro hevalên Gulistanê ji zanîngehê derçûn. Min xwest dîplomaya wê bigirim û pirsa, 'Xwişka min li ku ye?' bikim. Ji aliyê Peywirdarê Hîndekariyê Bulent Kar ve destûr nehat dayîn. Piştre jî peywirdarên ewlehiya taybet berî min û hevalên Gulistan dan û em ji ser dikê daxistin."