'Xwedî li berxwedana Rêber Apo derbikevin'

  • 09:05 10 Hezîran 2022
  • Rojane
 
Yara Kendeş
 
KOBANÊ - Jinên ku di sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê de xebatê dikin, têkildarî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a ev 23 sal in didome axivîn. Jinan gotin:"Destkeftiyên xwe biparêzin û xwedî li berxwedana Rêber Apo derbikevin."
 
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di encama komployeke navdewletî de di 15'ê Sibata 1999'an de hat girtin. Dewleta tirk ku Rêberê PKK'ê Abdullah  Ocalan di girava Îmraliyê de digire, hemû şert û mercên jiyanê lê qedexe dike û ev rewş veguheriye tecrîdeke giran. Ji ber tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku 23 sal in li Îmraliyê girtiye, ev saleke agahî jê nayê girtin. Ji 2011'an heta niha hevdîtinên bi parêzeran re tên astengkirin, 8 sal şûnde yekem car di 2'yê Gulana 2019'an de hevdîtina bi parêzeran re pêk hat. Di 2019'an de bi giştî 5 caran parêzeran dikaribû hevdîtinê bikin. Di 23 salan de di 27'ê Nîsana 2020'î û 25'ê Adara 2021'ê de hevdîtina telefonê ya bi malbatê re pêk hat. Parêzer ji 7'ê tebaxa 2019’an de ye nikarin bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin.
 
Têkildarî vê mijarê Hevseroka Meclîsa Malbata Şehîdan a Herêma Firatê Ayşe Efendî û Hevseroka Desteya Hûdirîn a Herêma Firatê Sozdar Şêxo, Cîgira Desteya Çand û Hûnerê ya Herêma Firatê Rodîn Yosef ji ajansa me re axivîn.
 
'Çareseriya krîza Rojhilata Navîn li cem Rêber Apo ye'
 
Ayşeyê di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha pê de çû: "Ev tecrîda li ser Rêber Apo ne nû ye, ev bû 23 sal Rêbertî girtî ye. Di navbera çar dîwaran de ye, ev yek jî di heman demê de bi destên Dewletên Navnetewî ye. Zaten ev komploya ku pêk hatiye, bi destên van dewletan e. Weke tê zanîn ev 23 sal in Rêber Apo di encama komployeke navdewletî de di girtîgeha Îmraliyê de girtî ye. Dewleta tirk û hêzên hegemon fikirîn ku wê bi girtina Rêber Apo re bîrdoziya azadiyê û Gelê Kurd tune bibe. Lê serok û me weke gel jî nîşan da ku girtîgeh nikarin me qir bikin û ji holê rakin. Ji ber vê em dibînin ku di dirêjahiya van 23 salan de tu rêbaz û hewldan neman û van hêzan nekirin da ku projeya Rêber Apo têk biçe. Loma êrîşên niha li ser Kurdistanê bi rewşa Girava Îmraliyê ve girêdayî ne. Em çiqasî jî Rêber Apo nas dikin û dixwînin, dijmin jî ewqas nas dike û dişopîne. Ji ber vê ew dizanin çareseriya pirsgirêk û krîzên li Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cîhanê li cem Rêber Apo ye."
 
'Xwedî li berxwedana Rêber Apo derbikevin'
 
Ayşeyê di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku çi ji destên desthilatdaran tê bila bikin lê ew gelê ku li ser fikir û felsefeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dimeşin nikarin têk bibin û wiha dawî lê anî: "Bandora Rêber Apo li ser rewşa gelan gelekî bi wate ye. Her wiha têkoşîna ku meşandin li dijî dagirkeriyê ye. Ev bersiva azadiya tevahî gelên çar perçeyên Kurdistanê ye. Ji ber vê yekê bîrdoziya ku Rêberê Neteweya Demokratîk daye avakirin ji bo parastin û xwedîderketina li maf, hebûn, nasname û dîroka Gelê Kurd bû. Li ser vê bingehê jî em weke jin û dayikên aştîxwaz azadiya Rêber Apo ji bo me pir bi wate ye. Her wiha em jin ji bo serokê xwe heta kêliya dawiyê parastina deskeftiyên xwe bikin û xwedî li berxwedana Rêber Apo derbikevin."
 
Her wiha Hevseroka Desteya Hûdirîn a Herêma Firatê Sozdar Şêxo wiha nêrîna xwe anî ziman.
 
'Jin ji bo azadiya Rêber xwe derdikevin kolanan, banga serfiraziyê dikin'
 
Sozdarê di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser pêşketina jinan a piştî naskirina fikir û ramanên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha domand: "Rêber Apo ne kesayeteke normal e. Rêber Apo xwedî ramaneke taybet û mezin e. Bi rastî di jiyanê de ango li tevahî cîhanê gelek fîlozof, zanyar, rewşenbîr hene. Lê mixabin tu kes mîna kesayeta Rêber Apo tune ye. Jixwe her kes dizane ku dema van dewletana Rêberê gelan radestî dewleta tirk kirin, xwestin birdoziya wî di nava Gelê Kurd de winda bikin. Lê li dijî vê yekê li dijî rê û rêbazên qirkirn û tunekirina fikir û feslsefeya Rêber Abdullah Ocalan gelek kesî agir berdan laşê xwe û çirûska azadiyê ronî kirin. Li ser vê bingehê hemû gel bi rêya meş, çalakî, çalakiya konvedanê, pêngava daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dikin. Jin ji bo azadiya Rêberê xwe derdikevin kolanan û banga serfiraziyê dikin."
 
'Tu kes nikare berxwedana me înkar bike'
 
Sozdarê di dawiya axaftina xwe de eşkere kir ku ew komploya tu carî nabe sedem ku jin li berxwe nede û dev ji armanca xwe berde û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Kî dibe bila bibe, em jin niha li ser birdoziya Rêber Apo dimeşin û jiyana xwe didin afirandin. Tu kes nikare berxwedana me înkar bike, tu kes nikare têkoşîna Rêber Apo ya ji bo jin û civakê di nava rûpelên dîrokê de veşêre. Bangewaziya min ji jinên daxwaza azadiyê û rûmetê dikin ew e ku êdî çawa DAIŞ li Kobanê têk birin, her wiha dagikeriyê jî li ser vê axê têk bibin û dawî li dagirkeriyê bînin."
 
Di vê çaroveyê de Cîgira Desteya Çand û Hûnerê ya Herêma Firatê Rodîn Yosef mijar ji ajansa me re wiha şîrove kir.
 
'Kurd heta dawî wê parastina hebûna xwe bike'
 
Rodînê di destpêka axaftina xwe de anî ziman ku ev tecrîda ku bi 23 sal in dewam dike û got: "Ev tecrîda ku 23 sal in dewam kiriye, li dijî zagonên cîhanî ne. Ev yek li dijî zagon, jiyan û mirovahiyê ye. Bixwazin nexwazin, Rêber Apo xwedî fikreke azad e û civak li gel wî ye. Bi rêya girtinê û îşkenceyê dê rê li ber pêşketin û xwedîderketina li nasname û pergala Pirojeya Neteweya Navneteweyî nikarin bigirin. Em niha behsa dîrok û hebûna gelê kurd bikin, em ê bibînin ku kurd çiqasî xwedî mafekî xwezayî ye. Ji ber vê yekê em bi rêxistinbûyina xwe li ser bingeha bîrdoziya Rêber Abdullah Ocalan jiyaneke wekhev ava bikin. Sed sal jî li ser têkoşîn û berxwedana Gelê Kurd re derbas bibe, kurd dê heya dawî parastina hebûna xwe ya bi maf bike. Pêşketina me ya niha, bi ked û helwldanên azadiyê ya Rêber Abdullah Ocalan e."
 
'Dê sala 2023yan bibe azadiya Rêber Apo'
 
Rodînê di dawiya axaftina xwe de daxuyand ku ev kiryar û gefên dewleta tirk a li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê girêdayî rewşa Îmraliyê ye û wiha dawî lê anî: "Dijmin bi her rengê êrîş, qirkirin, têkbirin, tunekirin, wêrankirinê dixwaze civakê lawaz bike û bi pêv keve. Dubare rêbazên êrîşan pêk tîne, dubare jinên pêşeng hedef digire, dubare tevliheviyê di nava gelan de çêdike. Da ku bigihêje armanca xwe a sed hezar salan. Her wiha tunekirina Gelê Kurd li her derê ji armancên dewleta tirk ên sereke ne. Ez bang li jinên siyasetmedar, jinên ku xwedî hêz û ramanên Rêber Apo dikim ku li dijî yek ziman, yek al, yek dewletê derkevin û dê sala 2023'yan bibe azadiya Rêber Apo."