Xebatên Şaredariyên Şengalê didomînin
- 12:54 3 Hezîran 2022
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Kar û xebatên Şaredariyên Gel ên ser bi Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê dewam dikin. Di çarçoveya pêkanîna pêwîstiyên gel de şaredariyê rêya derbasî Xane Kevin dibe çêkir.
Tevî gef û êrişên li ser Şengalê û hewldanên tasfiyekirina Rêveberiya Xweser a Şengalê, RêvEberiya Xweser bi hemû sazî û dezgehên xwe re di nava kar de ye û ji bo xelkê Şengalê xizmetê dike.
Di çarçoveya pêkanîna pêwistiyên gel de, li ser daxwaza xelkê herêmê Şaredariya Gel a Xanesorê dest bi çêkirina rêyên xirabe kir.
Taybet li Xana Kevin ku gelek rêyên ku ji dema fermanê nehatibûn çêkirin, şaredarî kar û xebatên xwe dewam dike. Îro jî rêya ku derbasî Xane Kevin dibe ji aliyê şaredariyê ve hate çêkirin.