Xebatên Şaredariyên Şengalê didomînin 2022-06-03 12:54:30     NAVENDA NÛÇEYAN - Kar û xebatên Şaredariyên Gel ên ser bi Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê dewam dikin. Di çarçoveya pêkanîna pêwîstiyên gel de şaredariyê rêya derbasî Xane Kevin dibe çêkir.   Tevî gef û êrişên li ser Şengalê û hewldanên tasfiyekirina Rêveberiya Xweser a Şengalê, RêvEberiya Xweser bi hemû sazî û dezgehên xwe re di nava kar de ye û ji bo xelkê Şengalê xizmetê dike.   Di çarçoveya pêkanîna  pêwistiyên gel de, li ser daxwaza xelkê herêmê Şaredariya Gel a Xanesorê dest bi çêkirina rêyên xirabe kir.   Taybet li Xana Kevin ku gelek rêyên ku ji dema fermanê nehatibûn çêkirin, şaredarî kar û xebatên xwe dewam dike. Îro jî rêya ku derbasî Xane Kevin dibe ji aliyê şaredariyê ve hate çêkirin.