Li Wanê 4 kes hatin binçavkirin
- 08:41 3 Hezîran 2022
- Rojane
WAN - Li navçeya Artemêt û Rêya Armûşê ya Wanê 4 xizmên girtiyan hatin binçavkirin.
Li navçeya Artemêt û Rêya Armûşê ya Wanê serê sibê polîsan bi ser malan de girt. Di serda girtinê de Behiye Kamaç, Mehmet Salîh Demîr û 2 kesên ku navên wan nehatin zanîn hain binçavkirin.
Kesên ku hatin binçavkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Wanê.
Her wiha hat diyarkirin ku 4 kesên ku hatin binçavkirin xizmên wan girtî ne.