Li Wanê 4 kes hatin binçavkirin 2022-06-03 08:41:21   WAN - Li navçeya Artemêt û Rêya Armûşê ya Wanê 4 xizmên girtiyan hatin binçavkirin.    Li navçeya Artemêt û Rêya Armûşê ya Wanê serê sibê polîsan bi ser malan de girt. Di serda girtinê de Behiye Kamaç, Mehmet Salîh Demîr û 2 kesên ku navên wan nehatin zanîn hain binçavkirin.    Kesên ku hatin binçavkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Wanê.    Her wiha hat diyarkirin ku 4 kesên ku hatin binçavkirin xizmên wan girtî ne.