Cenazeyê Saniye Toprak piştî 284 rojan radestî malbatê hat kirin
- 20:13 2 Hezîran 2022
- Rojane
ŞIRNEX - Cenazeyê endama YJA STAR’ê Saniye Toprak piştî 284 rojan dan malbatê.
Cenazeyê endama YJA STAR'ê Saniye Toprak a ku di 23'ê Tebaxa 2021'êde li herêma Gebarê ya Şirnexê di bomberdûmanekê de jiyana xwe ji dest dabû û li taxa Bahçelîevler a Şirnexê goristana bêkesan de hatibû definkirin. Malbata Saniye di 11'ê Îlona 2021'ê de çûbû Nexweşxaneya Dewletê ya navçeya Erûhê ya Sêrtê û mînaka xwînê dabû.Bi hevgirtina DNA’yê îro dozgerî li malbatê geriya û piştî 284 rojan cenaze radestî malbatê kirin.
Cenazeyê Saniye ku ji goristana Bahçelîevlerê hat girtin malbatê birin gundê Parês ê girêdayî navçeya Erûhê defin kirin.