Cenazeyê Saniye Toprak piştî 284 rojan radestî malbatê hat kirin 2022-06-02 20:13:38     ŞIRNEX - Cenazeyê endama YJA STAR’ê Saniye Toprak piştî 284 rojan dan malbatê.   Cenazeyê endama YJA STAR'ê Saniye Toprak a  ku di 23'ê Tebaxa 2021'êde li herêma Gebarê ya Şirnexê di bomberdûmanekê de jiyana xwe ji dest dabû û li taxa Bahçelîevler a Şirnexê goristana bêkesan de hatibû definkirin. Malbata Saniye di 11'ê Îlona 2021'ê de çûbû Nexweşxaneya Dewletê ya navçeya Erûhê ya Sêrtê û mînaka xwînê dabû.Bi hevgirtina DNA’yê îro dozgerî li malbatê geriya û piştî 284 rojan cenaze radestî malbatê kirin.    Cenazeyê Saniye ku ji goristana Bahçelîevlerê hat girtin malbatê birin gundê Parês ê girêdayî navçeya Erûhê defin kirin.