'Nobeta Edaletê' ya Malbata Şenyaşar 446 roj in didome

  • 11:08 28 Gulan 2022
  • Rojane
 
RIHA - Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya Malbata Şenyaşar 446 roj in didome. Malbata Şenyaşar di çalakiya îro de ev peyam da: "Darazek ku neserbixwe ye biryara ku bide ne adilane ye. Têkoşîna me ji bo darazek serbixwe ye.” 
 
Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar û lawê wê Ferît Şenyaşar a li ber Edliyeya Rihayê di roja 446’emîn de berdewam dike. Çalakiya nobedê ya malbatê ji 9’ê adara 2021’an ve berdewam dike. Ji ber îro dawiya hefteyê Ferîd Şenyaşar û dayika xwe li mala xwe ya li Pirsûsê nobedê didomînin. 
 
Malbatê li ser hesabê xwe yê Twitterê bi etîketa “me viya jî dît" peyam parve kir û got: "Darazek ku neserbixwe ye biryara ku bide ne adilane ye. Têkoşîna me ji bo darazek serbixwe ye. Em ê ji bo vê yekê her daîm têbikoşin.”