'Nobeta Edaletê' ya Malbata Şenyaşar 446 roj in didome 2022-05-28 11:08:03     RIHA - Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya Malbata Şenyaşar 446 roj in didome. Malbata Şenyaşar di çalakiya îro de ev peyam da: "Darazek ku neserbixwe ye biryara ku bide ne adilane ye. Têkoşîna me ji bo darazek serbixwe ye.”    Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar û lawê wê Ferît Şenyaşar a li ber Edliyeya Rihayê di roja 446’emîn de berdewam dike. Çalakiya nobedê ya malbatê ji 9’ê adara 2021’an ve berdewam dike. Ji ber îro dawiya hefteyê Ferîd Şenyaşar û dayika xwe li mala xwe ya li Pirsûsê nobedê didomînin.    Malbatê li ser hesabê xwe yê Twitterê bi etîketa “me viya jî dît" peyam parve kir û got: "Darazek ku neserbixwe ye biryara ku bide ne adilane ye. Têkoşîna me ji bo darazek serbixwe ye. Em ê ji bo vê yekê her daîm têbikoşin.”