Malbatên li Nobeda Edaletê astengî bi çepikan şermezar kirin

  • 14:14 25 Gulan 2022
  • Rojane
 
WAN - Malbatên hatin ber ATK'ê û xwestin daxuyaniyê bidin li dijî astengkirinê bi gotina "Girtiyên siyasî rûmeta me ye" bertek nîşan dan. 
 
"Nobeda Edaletê" ya xizmên girtiyên ku nexweş in û înfaza wan hatine şewitandin dest li Baroya Wanê destpêkiribûn didome. Malbatan xwestin li ber Saziya Tipa Edlî (ATK) ya li Kampusa Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê daxuyaniyê bidin. Polîsan hinceta qedexeyê ya walîtiyê nîşan dan û malbat asteng kirin. Li ser vê yekê di navbera malbat û polîsan de nîqaşê rû da. 
 
Bihîstina dengê wan asteng dikin
 
Dayika Botan Tîmûr ê li Girtîgeha Tipa F a Wanê ev 7 sal in tê girtin, Aslihan Timur ji polîsan wiha got:"Ev 6 meh in ez zarokê xwe nabînim. Ez emeliyatkirî me û ne rehet im. Çima nahêlin ez zarokê xwe bibînim? Ez dayikek im, ma ev edalet e? Em dixwazin bi rêya çapemeniyê xwe dengê xwe bigihînin Wezareta Dadê û raya giştî, lê destûrê nadin. Hûn nahêlin çapemenî dîmenan bigirin. Hûn me bikujin jî, bigirin jî û kelepçe bikin jî em ê hatina vir bidomînin. Em dayik in, dilê me dişewite."
 
Malbatan bi dirûşma "Girtiyên siyasî rûmeta me ye" astengî şermezar kirin û ji ber ATK'ê veqetiyan.