Malbata Şenyaşar: Em edaleta nîvcomayî naxwazin

  • 13:59 25 Gulan 2022
  • Rojane
 
NAVENDA  NÛÇEYAN - Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şneyaşar ên ku ji bo xizmên xwe yên hatibûn qetilkirin 443 roj in di Nobeta Edaletê de ne diyar kirin ew "Edaleta nîvcomayî’ qebûl nakin.
 
Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê di 14’ê Hezîrana 2018’an de parêzvan û xizmên parlementerê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz ji malbata Şenyaşar sê kes qetil kiribûn. Emîne Şenyaşar tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ku di êrişê de birîndar bûbû li pêşiya Edliyeya Rihayê di çalakiyê de ne. Çalakiya malbatê 443 roj in didome.
 
Ferît Şenyaşar diyar kir wan li Stenbolê jî 2 rojan Nobeda Edaletê domandine û got “Nobeta me ya li pêşiya Edliyeya Rihayê didome. Li her derê em mirovên ku doza me dişopînin dibînin, ev kes diyar dikin ku ew bi me re ne. Hayê hemû kesan ji vê bêhiqûqiyê heye. Em edaleteke nîvcomayîn naxwazin. Piştî 4 salan 4 kes hatin girtin lê hê jî biryara nepeniyê  heye. 4 sal in jî birayê min bi awayekî bêhiqûq girtî ye. Ji ber ku daxwazên me pêk nayê, nobeta me jî didome.”