Heftanîn ji Qilabanê bi hawanan tê bombekirin

  • 13:45 25 Gulan 2022
  • Rojane
 
ŞIRNEX - Li Heftanînê pevçûnên dijwar diqewimin, herêm ji Qilabanê bi hawanan tê bombekirin.
 
Êrîşên AKP'ê yên bi hevkariya PDK'ê li herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federe ya Kurdistanê dane destpêkirin, dewam dikin.
 
Hat ragihandin ku piştî pevçûnên rojên dawî yên hefteyê gelek leşker hatine kuştin. Li navçeya Qilaban a Şirnexê tevgera artêşa tirk a ber bi Heftaniyê didome û ji aliyê navçeya Qilabanê ve jî herêm bi hawanan bi dijwarî tê bombekirin.
 
Herwiha hat ragihandin ku ji gundên bi ser herêmê ve jî dengê topan tê bihîstin.
 
Li aliyê din HPG’ê îro bi daxuyaniyekê ragihand ku li Herêma Çiyareş  Zapê 12 leşker hatine kuştin.