ROJEVA 25'Ê GULANA 2022'YAN

  • 09:00 25 Gulan 2022
  • Rojev
 
*Bi hatina biharê re Botan bi rengên xwezayê xemilî. Gul û sosinên reng bi reng ên di nava hevsengiyê de mirov li hemberî xweşikbûna xwe mest dihêlin. Ev warê wekî bihuşt, li gel vê xweşkahiya xwezayê, bi dengên çûkan û ava ji çeman diherike têra pesindayînê heye. BINWÊNE
 
*Hevseroka OHD’a Stenbolê Esra Erîn da zanîn ku qedexekirina hevdîtinên bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re ‘şanoya hiqûqê ye’ û bêdengiya mekanîzmayên navneteweyî yên li hember tecrîdê jî wek dirûtiyê nirxand. DÎMEN HEYE
 
*Welatiyên li Enqereyê balkişandin ser pirsgirêkên li welat û gotin pirsgirêka herî mezin krîza aborî, xizanî, bihabûn û pirsgirêka Kurd e. Neşe Nergîz a teqawît wiha got: “Em dibêjin şehîdên me hene, lê 5 hebên din jî pêwist bin em ê bidin. Çima em şehîdan didin? Şerê çi ye?Xwe bi xwe didin destpêkirin û dimeşînin.” DÎMEN HEYE
 
* Rojnameya Yenî Yaşamê ya ku di pencereya heqîqetê de weşanê dike îro ket 5 saliya xwe. Edîtorên rojnameyê dan zanîn ew berdewamiya kevneşopiya çapemeniya kurd in û gotin tevî ku li welat faşîzmê bi giştî çapemenî xistiye bin hîmaya xwe jî serhildana Yenî Yaşamê dewam dike. DÎMEN HEYE