Çalakiya 'Nobeta Edaletê' ya li Amedê li ber girtîgehê pêk hat

  • 15:53 24 Gulan 2022
  • Rojane
AMED - Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan li Amedê 190 roj in didome. Malbatên girtiyan îro li ber Girtîgeha Tîpa D a Amedê banga pêkanîna edaletê kirin. 
 
Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin ku di 16’ê mijdara 2021’an  de li Baroya Amedê dabûn destpêkirin, di roja 190’emîn de berdewam dike. Malbat li ber Girtîgeha Amedê ya Tîpa D’yê li hev kom bûn û daxuyanî dan û daxwaza edaletê kirin. 
 
Endam û rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Federasyona Komeleyên Piştevanî û Hiqûqê ya bi Malbatên Girtî Hikûmxwaran re (MED TUHAD-FED), Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER) a Amedê, Komeleya Yekitî û Çandê ya Piştevanî û Alîkariya Kesên li Dergûşa Şaristaniyê Xizmên Xwe Winda Kirine (MEBYA-DER), Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER), aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) û endamên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) di çalakiye de amedê bûn û piştevaniya malbatan kirin. 
 
Destpêkê dayika girtiyê nexweş Ciwan Boltan, Nazime Boltan axivî. Nazîme di axaftina xwe de bi bîrxist ku çalakiya nobeda edaletê 7 meh li pey xwe hiştiye û wiha got: “Bila girtiyên nexweş demildest berdin. Bila li mala xwe bên tedawî kirin. Em banga li rêyedarên dewletê dikin, bila çareseriyeke ji bo girtiyên nexweş bînin. Bila berdana girtiyan neyê taloqkirin. Dema cezayê wan diqede bila bên berdan. Bila rayedar qanûnan pêk bînin. Mafê her kesî heye çima mafê zarokên me tune ye? Bila li gorî qanûnên xwe tev bigerin. Em naxwazin ku cenezayên zarokên me ji girtîgehan li ser milan derkevin.” 
  
Xwişka girtiyê nexweş Încî Guler jî axivî û destnîşan kir ku li gel cezayê girtiyan diqede jî nayên berdan û xwest rayedar li gorî qanûnan tev bigerin. Încî axaftina xwe wiha domand: “Em nizanin ku armanca dewletê çi ye? Lê em baş dizanin ku girtiyên me cezayê xwe qedandine. Daxwaziyên me mirovî ne, em dibêjin ku bila girtiyên ku nexweşin bên berdan. Em dizanin ji bo ku em kurdin dewlet dijmintiyê li me dike. Lê ev zilma wan naye qebûlkirin. Em bi hev re dibêjin ku bila edalet ji bo her kesî eynî be. Em bang li partiyên siyasî jî dikin bila vê pirsgirekê di Meclisê de bînin rojevê. Ta ku çareseriyek pêk were.”
 
Çalakiya malbatan bi berzkirina dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” bi dawî bû.