Waliyê Dêrsimê hevdîtina bi malbat Gulistan Doku re qebûl nake

  • 14:45 24 Gulan 2022
  • Rojane
DÊRSIM - Malbata Gulistan Doku, bi armanca pirsîna aqûbeta keça xwe xwest bi waliyê Dêrsimê re hevdîtinê bike lê ev daxwaz nehat qebûlkirin. Li dijî vê yekê malbatê wiha got: "Wezîrê edaletê ji me re got ku dê Zainal Abarakov weke kesê gumanbar bê darizandin. Soz dan û em jî vegeriyan mala xwe. Lê belê ji deriyê pêş ve em girtin hundir û ji deriyê paşê jî derxistin."
 
Ji 5’ê çileya sala 2020’î heta niha ji xwendekara Zanîngeha Munzurê Gulistan Doku tu agahî nayên girtin. Malbata Gulistan, têkildarî mijarê li pêşiya Walîtiya Dêrsimê daxuyanî da û li aqûbeta keça xwe pirsî. Di daxuyaniyê de endamên Platforma Jinan a Dêrsimê û Serokê Baroya Dêrsimê Kenan Çetîn jî amade bûn. Malbata Gulistan xwest bi walî re hevdîtinê bike lê ev daxwaza wan nehat qebûlkirin. Malbatê bertek nîşanî walî da û got: “Walî ranekeve Gulistanê bibîne.” 
 
Malbat û beşdarên daxuyaniyê wêneyên Gulistan Doku rakirin û piştre jî li pêşiya walîtiyê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de ewil Serokê Baroya Dêrsimê Kenan Çetîn axivî û ev tişt anî ziman: “Weke Baroyê em dibêjin ku ji windakirina Doku divê li ser kesê gumanbar û bavê wî bê sekinandin. Heke Gulistan ji hêla kesekî ve hatibûya qetilkirin, niha ji zû ve derketibûya holê. Heke karê komekê be, divê ev rastî jî bê aşkerakirin. Weke Baroyê em vekirî dibêjin; heke ev bûyer neyê zelalkirin, di nava bûyerê de navê kê derbas bibe em ê giliyê wan bikin.”
 
Mehek berê bi wezîrê edaletê re hevdîtin kirine
 
Her wiha li ser navê malbatê dayika Gulistan, Bedriye Doku axivî û da zanîn ku mehek berê bi wezîrê edaletê re hevdîtin kirine. Bedriye, bi domdarî wiha got: “Wezîrê edaletê ji me re got ku dê Zainal Abarakov weke kesê gumanbar bê darizandin. Soz dan û em jî vegeriyan mala xwe. Lê belê ji deriyê pêş ve em girtin hundir û ji deriyê paşê jî derxistin.” 
 
Piştî daxuyaniyê jî malbata Doku ji ber deriyê walîtiyê çû.