Çeteyên DAIŞ’ê li Herêma Germiyan êrîş kirin û 6 kes kuştin

  • 13:22 24 Gulan 2022
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Çeteyên DAIŞ’ê li gundê Îslah yê bi ser bajaroka Gulale komkujiyek pêk anîn, di encamê de ji malbatekê 6 kes hatin qetilkirin û ji malbateke din jî 6 kes jî hatin birîndarkirin.  
 
Di saetên dereng yên şeva borî de çeteyên DAIŞ’ê li Herêma Germiyanê komkujî pêkanîn. Komkûjî li gundê Îslah yê 12 kîlometre dikeve Bakurê bajaroka Gulale ku bi ser Xaneqînê ve ye. Di encama du êrîşên ku pêk hatin de de ji malbatekê 6 kes hatin kuştin, ji malbateke din jî 6 kes birîndar bûn. Her wiha li gorî nûçeya di Ajansa Nûçeyan Rojnewsê de, hat ragihandin ku ji leşkerên Iraqê yên li heman cihî jî 1 hatiye kuştin û 2 jî birîndar bûne.