'Bi êrişên taybet nasnameya jinê tê hedefgirtin'

  • 09:03 24 Gulan 2022
  • Rojane
 
Medya Uren-Derya Ren
 
AMED - Jinên siyasetmedar ên kurd têkildarî jinên bi destên erkdarên dewletê tên qetilkirin nirxandinên xwe parve kirin û gotin: "Pergala desthilatdar a mêr hêza jinê ya guherîn û vegûherînê dizane. Her ku têkoşîna jinê mezin dibe jî êrişên wan ên qirêj jî li hemberî jinê zêde dibe. Vê êrişa xwe jî bi destên polîsan û leşkeran dikin."
 
Bi polîtîkayên êrişên taybet ên li ser jinên kurd tên meşandin ve girêdayî her roj bûyerek nû rû dide. Destdirêjî, tecawiz, tundiya memûran li jinan tê kirin û gef li wan tê xwarin. Gelek ji wan yan ji aliyê heman kesan ve tên qetilkirin an jî întixar li wan tê ferzkirin. Yek ji mînakên van bûyeran jî beriya niha di demeke kurt de li navçeya Slopî ya Şirnexê rû da. Sakîne Kultur ji aliyê Serokê Ocaxên Tevgera Taybet a Şirnexê ve bi îşkenceyê hate qetilkirin. Jinên siyasetmedar ên kurd têkildarî bûyerê bertekên xwe nîşan dan. Me jî bi mijarê ve girêdayî mîkrafona xwe dirêjî jinên siyasetmedar ên kurd kir.
 
'Dizanin jin bi hêz in'
 
Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Safiye Kapçak da zanîn di destpêkê de dest dirêjî keda jinê hat kirin û wiha pê de çû:"Qetlîamên jinan di encama polîtîkayên îqtidara AKP-MHP’ê de derdikevin holê. Em ê weke jinên TJA’yî li dijî van polîtîkayan timî li qadan bin. Em ê li dijî qirkirina jinan dengê xwe bilind bikin. Jin bi hêz in û tiştê bixwazin wê bikaribin bi dest bixin. Em ê weke jinên TJA’yî jî bi vê hêzê li qadan bin. Em dizanin wê ev hêz faşîzmê têk bibe. Ji ber ku dizanin jin bi hêz in, loma êrişên dijwar li ser wan didin meşandin. Ji ber ku dewleta heyî xwedî hişmendiya mêr a desthilatdar e bi destê polîs û leşkeran êrişî jinan dikin. Weke mînak jî em dikarin pêvajoya qeyûman mînak bidin. Dema qeyûm hat yekem car dest dirêjî keda jinan, komeleyên jinan û erka jinan kirin."
 
'Jin tên fetisandin'
 
Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Sêrtê Hatîce Taş diyar kir ku ew weke jin li her qadê bi tundiyê re rû bi rû dimînin û wiha berdewam kir: "Bi taybetî jî li Kurdistanê polîtîkayên êrişên taybet li ser jinan tê meşandin. Erkdarên dewletê, pîşedarên wan ango mêrên bi cilên fermî li ser jinan gefeke mezin in. Ji ber ku ew bi bername û zanebûn nêzî jinan dibin. Di encama van nêzîkatiyan de destdirêjiyê û tecawizê li jinan dikin. Gelek ji wan jinan jî ji ber gefên dixwin an jî ji ber tirsa wan serî li întixarê didin. Em jinên ku di nava têkoşînê de cih digirin dibin şahidê van bûyeran. Bingeha vê yekê dewlet ava dike. Ne qanûnên wan ên ku jinan diparêzin hene, ne jî polîtîkayên ku jinê biparêzin pêş dixin. Yek ji sedemên din ên girîng jî jin di hedefa dewletê de ne û di nava civakê de jî tên fetisandin."
 
'Dewlet jinê naparêze'
 
Hatîceyê bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Dewlet dixwaze jinan mehkûmî polîtîkayên xwe bike. Em polîtîkayên dewletê yên ku jinê naparêzin û hedef didin nîşandan teşîr dikin. Em wan polîtîkayan rexne dikin û em ê biguherînin. Dewlet statuya jinê ya di nava civakê de naparêze. Ji ber vê sedemê jî di nava jiyanê de jin dikevin bin bandora mêr de. Divê qanûnên tên derxistin ne li dijî jinê ji bo parastina mafê jinê bin."
 
'Bi rêxistinê azadî pêkan e'
 
Endama Meclîsa Şaredariya Êlihê Gurbet Bozyigît jî bal kişand ser girîngiya azadiyê û wiha got: "Pergala desthilatdar a mêr ji hêza jinê ditirse. Ev ne tenê ji bo pergala Tirkiyeyê derbasdar e. Jin dikarin bi hişmendî, fikir, reng û dengê xwe cîhanê biguherînin. Lê yên ku xwedî fikrên cuda ne her tim tune hatine hesibandin. Gotinek heye dibêjin 'dara fêkî bide, ber tê lêxistin'. Di eslê xwe de jin jî xwedî hêza afrêneriyê ne, xwedî fikrên cuda ne. Ji ber wê yekê jî dixwazin di nava civakê de wan bifetisînin. Divê hemû jin li dijî vê fetisandinê li ser linagan bin. Azadiya jinên kurd bi rêxistinbûyîna wan dê pêk were."
 
'Em ê dev ji têkoşînê bernedin'
 
Endama Meclîsa Ciwanan a HDP’ê ya Rihayê Berfîn Çîçek jî bi van gotinan tundiya li ser jinê şermezar kir: "Gelek êrişên li ser jinê bi destê erkdarên dewletê tê kirin. Armanca hemû êrişan jî binxistina jinên kurd e. Polîtîkayên êrişên taybet jî yek ji van rêbazên têkbirina jinên kurd e. Em ê weke jinên kurd dev ji têkoşînê bernedin."