Koçberên Girê Spî li dijî guherîna demografiyê dest bi hemleya îmzeyan kir

  • 16:53 23 Gulan 2022
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Koçberên li kampa Girê Spî îro ji bo şermezarkirina siyasetên guhertina demografiyê dest bi hemleya komkirina îmzeyan kir. 
 
Îro koçberên li kampa Girê Spî dimînin, ji bo şermezarkirina planên mêtingeriyê yên ku hewl dide li herêmên dagirkirî pêk bîne, dest bi hemleya komkirina îmzeyan kir.
 
Der barê armanca koçberan ji vê însiyatîfê de koçbera bi navê Edûle Xelîl got: “Em ê çalakiyên xwe yên li dijî projeyên mêtingeriyê ku dewleta Tirk li herêmên me yên dagirkirî pêk tîne, berdewam bikin. Berpirsyariyeke mezin heye ku dikeve ser milê civata navneteweyî ku divê li hember me koçberan bîne cih. Divê vegereke ewle ji bo me dabîn bike û dev ji razîkirina dagirkeriya Tirk û bêdengiya xwe berde.”
 
Ji ber êrişên Dewleta Tirk a dagirker li dijî kantona Girê Spî û dagirkirina kantonê di 9`ê Cotmeha 2019`an de zêdetirî 100 hezar kes ji warên xwe koçber bûn. Ji wan 6 hezar û 43 kes li kampa Girê Spî ya li bakurê Reqayê dimînin û yên din jî li herêmên Reqa, Tebqa û gundewarên wê bi cih bûn.