Li Bestayê talan, li Cûdî jî qedexe didome

  • 16:40 23 Gulan 2022
  • Rojane
ŞIRNEX - Darên ku li Bestayê ji aliyê cerdevanan ve tên birîn û talankirin, bi kamyonên barkirî ji bajêrên derve re tên şandin. Li gundê Cûdî jî ji 11'ê gulanê vir ve qedexe hîn didome.
 
Di çarçoveya operasyona leşkerî de li herêmên Besta, Çiyayên Gabar û Cûdî yên Şirnexê birîna bê navber didome. Cerdevanên ku ji bajarokên Sêgirkê û Hilal ên Qilabanê tînin berê wan didin daristanan û li herêmên weke Qûrteka Pêşya, Tîkera û Keniya Mîr ên Bestayê di bin çavdêriya leşkeran de talan û birîna daran didomînin.
 
Bi hezaran ton dar hatin birîn û bi dehan kamyonan şandin bajarên din.
 
Qedexe didome 
 
Li aliyê din piştî ku di 30’ê nîsanê li Çiyayê Cûdî di pevçûnê de 8 leşkeran jiyana xwe ji dest da, li gundên Avgamasiya, Serêdehlê û Şîlêrît ên Şirnexê ku li li quntara Çiyayê Cûdî ne, ketin û derketina gundan di 11’ê gulanê de ku hat qedexekirin, hîn didome.