Li dijî buhabûnê kampanya

  • 14:56 23 Gulan 2022
  • Rojane
STENBOL - Li Stenbolê 7 partî li ser banga HDP’ê hatin ba hev û kampanya “Em ê heqê xwe bistînin, bila hemû meaş werin zêdekirin” da destpêkirin û dê ji bo vê hin rêzeçlakiyan li dar bixin. 
 
Li ser banga Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Kedê (EMEP), Partiya Tevgear Kedê (EHP), Halkevleri, Federasyona Meclisên Sosyalîst (SMF), Partiya Kerkerên Tirkiyeyê (TİP) û Partiya Azadiya Civakî (TOP) li dijî bihabûna jiyanê û feqîriyê kampanya bi navê “Em ê heqê xwe bistînin, bila hemû meaş werin zêdekirin” dan destpêkirin. Kampanya bi civîna çapemeniyê ya li Odeya Endezyarên Ceyranê ya Şaxa Stenbolê hat ragihandin. Nûner û rêveberên partiyan tev li civînê bûn. Endama Meclisa Partiya Azadiya Civakî Nîlay Kuş daxuyanî da. 
 
Nîlay diyar kir ku li welat her roja ku diçe zext, tundî û faşîzm zêde dibe û wiha got: “Îktîdar ji bo xwe û sermayeya xwe fatûreya krîza aborî ji xelkê re dibire. Em vê qebûl nakin. Meaşê asgarî her roj li hember rêjeya enflasyonê dihele û kêm dibe. Bi milyonn însan nikarin kirêya xwe bidin, fatûreyên xwe razînin, xwarinê bikirin.”
 
Nîlay anî ziman wan wek 7 partiyan li dijî her roja ku diçe feqîrî û birçîbûn zêde dibe ji bo jiyanek bi însanî û rûmet were sazkirin vê kampanyayê didin destpêkirin û wiha axivî: “Roj bi roj her tişt biha dibe. Meaşê asgarî kêm û bêqîmet dibe. Em ê ji bo vê yekê rêzeçalakiyan deynin pêşiya xwe. Em vê kampanyayê bi dirûşma ‘titşa heqê me ye em ê bistînin’ didin destpêkirin. Em ê kampanyayek berfireh bi rê ve bibin.” 
 
Nîlay destnîşan kir ku ew ê ji bo heqê xwe û meaşên wan da ku bên zêdekirin dê dest ji têkoşîna xwe bernedin û ew hemû raya giştî, partiyên siyasî, rêxistinên girseyî yên demokratîk û kesên ji bo gel têdikoşin û hemû parlamenteran vedixwînin ku destekê bidin kampanya wan. Kuş got ew ê bi piştevaniyê têkoşîna xwe mezin bikin û bi ser bikevin. 
 
Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Bajarê Stenbolê Îlknûr Bîrol û Seroka EMEP’ê ya Bajarê Stenbolê Sema Barbaros jî têkildarî mijarê axaftin kirin.