Sûcên ku sercerdevanê Remziye kuşt, derketin holê

  • 13:21 23 Gulan 2022
  • Rojane
 
XARPÊT - Derket holê sûcên wekî din ê sercerdevan Nihat Cav ê Remziye Apaydin kuştiye, hene. Her wiha 50 cerdevanên ku bersûc bi wan re têkilî danîne, hatine binçavkirin. 
 
Remziye Apaydin a ji navçeya Kovancilara Xarpêtê di mijdara 2021’ê de hat windakirin. Ji wê rojê ve xeber jê nehat girtin. Di encama xebata lêgerînê de cenazeyê Remziye li cihek nêzî navçeya Depê ya Xarpêtê piştî 6 mehan hat dîtin. Hat diyarkirin ku Remziye li wesayîta sercerdevan Nîhat Cav ê ji Depê hatiye siwarkirin. 
 
Li ser vê tespîtê sercerdevan û kujer Nîhat Cav di 13’ê gulanê de hat binçavkirin. Nîhat di îfadeyên ku daye polîsan de li xwe mikur hatiye ku Remziye Apaydin qetil kiriye û wê li baxçeyê mala xwe yê li gundê Yenîceya Depê veşartiye. 
 
Polîsan li vî cihê xebata kolandinê da destpêkirin û cenazeyê Remziye dîtin. 
 
Tiryakê jî dikşîne
 
Sercerdevan Nîhat Cav piştî îfadeyan ji aliyê dadgehê ve hat girtin. Ev kujer ji gundê Yenîceyê ye û tiryakê jî dikişîne. Hat zanîn ku navê wî di bûyerên fihûşê yên li navçeyê de derbas dibe û gelek jinan mexdûr kiriye. Tevî ku hemû kirinên wî tên zanîn jî lê dîsa sercerdevantî dane wî û hat gotin gelek qeydên din ên sûckirina wî hene û li navçeyê jî gelek kesan pere xwariye û deynê xwe nedaye. 
 
50 kes hatin binçavkirin
 
Hat diyarkirin ku zêrên Remziye Apaydin li Çewligê firotiye zêrfiroşekî û ev pere girtiye û ji hesabê hevjîna cerdavenekî bi navê M.T. re razandiye. 
 
Hat zanîn ku 50 kesên bi piraniya wan cerdevan in ku berê bi Nîhat Cav re danûstandin kirine hatine binçavkirin û ji ber biryara veşarî danîne ser dosyeyê hûrguliyên dosyeyê nayên zanîn. 
 
'Divê ji girtîgehê neyê berdan'
 
Xwişka Remziye, Aysun Apaydin anî ziman ku 6 meh bûn tu xeberek ji xwişka xwe nedigirt û piştî lêgerînê cenazeyê wê hat dîtin. Aysun bal kişand ser kuştina jinan û got: “ Divê cezayê herî giran lê bê birîn. Divê ji girtîgehê neyê berdan. Piştî ku zêrên xwişka min diziye biriye firotiye, wê kuştiye. Êşa me giran e.”