Li Katalonyayê semînera Jineolojiyê

  • 12:09 23 Gulan 2022
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gundekî nêzî bajarê Barcelona yê Katalonyayê bi tevlîbûna gelek jinan semînera Jineolojiyê hate lidarxistin.
 
Li Spanyayê, di navbera 21 û 22’yê gulanê de li gundekî nêzî bajarê Barcelona yê herêma Katalonyayê semînera Jineolojî hate lidarxistin. Semîner ku ji aliyê Komîteyên Jineolojî yên Ewropa û Katalonya ve hatibû amade kirin ji her dera Katalonyayê jin tevlî semînerê bûn.
 
Semîner li ser navê şehîd Malda Kusa ya ku li Rojava xebatên Jineolojiyê dida meşandin û di sala 2019’an de di şerê li dijî DAÎŞ’ê şehîd bûbû, hate lidarxistin. Semîner bi rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdan û danasîna kesayetiya şehîd Malda dest pê kir.
 
Semîner roja yekemîn bi mijarên danasîna dîroka Kurdistanê, kevneşopiya têkoşîna jinên Kurdistanê, dîroka tevgera jinên Kurdistanê, avakirina PKK’ê, artêşbûna jinê, teoriya qutbûnê, îdeolojiya rizgariya jinê, komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, avakirina PAJK û KJK’ê dest pê kir. Di danê êvarê de jî li ser mijarên 'Jineolojî çi ye' û 'çima Jineolojî' nirxandin hatin kirin.
 
Semîner roja duyemîn bi rexneyên Jineolojî ku li ser zanista modern, rêbaza Jineolojiyê, civaka xwezayî û şikestinên cinsî domiya. Hêrî dawî jî karên ku Jineolojî dimeşîne, hate şîrovekirin.
 
Semîner bi stran û govendên cihê bi dawî bû.