Li Mêrdînê qeza çêbû: 2 kesî jiyana xwe ji dest dan
- 10:50 23 Gulan 2022
- Rojane
MÊRDÎN - Wesayita ji bo şînê ji Stenbolê dihat Stewrê qeza kir. Emine Oncel û hevjînê wê Osman Oncel jiyana xwe ji dest dan.
Li Gundê Baqustanê yê navçeya Stewrê ya Mêrdînê ajokar hakîmetiyeta dîreksiyonê winda kir û qeza pêk hat. Wesayita gindorî şarampolê bû li daran ket û agir pê ket. Emine û Osman Oncel û zarokê wan Hanifi Oncel di wesayitê de bûn. Li ser agahdarkirina kesên der û dorê ekîbên agirkuj û tendirustiyê hatin cihê bûyerê.
Agirê wesayitê hat vemirandin û Hanifi Oncel bi birîndarî hat derxistin. Emîne û Osman jî jiyanax we ji dest dan.
Ekîbên tendirustiyê cenazeyê Emîne û Osman birin Saziya Tipa Edlî ya Meletê û Hanifi Oncel ê ku birîna wî ya şewatê giran e birin Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê.
Hat hînbûn malbat ji bo şîna xizmên xwe ji Stenbolê hatine Stewrê.