ROJEVA 23'YÊ GULANA 2023'YAN

  • 09:00 23 Gulan 2022
  • Rojev
 
*Mehmet Can Ayşin di 1994’an de hat binçavkirin û carek din agahî jê nehat girtin. Keça wî Aynur Ayşîn da zanîn ku ew ê tu car dest lêgerînê bernedin û wiha got: “Têkoşîna min bêguman wê bavê min şûnde neyne, lê qe nebe wê kujeran derxîne holê.” DÎMEN HEYE
 
*Hevseroka KNK'ê Zeyneb Murad, diyar kir ku Tirkiye di êrişên xwe de bi Zap, Metîna û Avaşînê sînordar nemîne û got: "Di 2023'yan de sedsala tifaqa Lozanê pêşiya me ye. Tirkiye careke din dixwaze di vê sedsala nû de sînorên xwe berfirehtir bike û ew wîlayeta ku weke Musul dihat binavkirin careke din bixe bin desthilatdariya xwe."
 
*Berdevka Giştî ya SKM'ê Çîçek Otlu ku derbarê tundiya leşker û polîsan a li herêmê de nirxandin kir, got, "AKP di 2023'yan de îqtîdareke bêyî kurd û jinên kurd  armanc dike. Ji ber wê divê em li dijî vê stratejiyê wekî tevgerên jinan hem li Tirkiye û hem jî Kurdistanê têkoşînê mezin bikin."DÎMEN HEYE