Ciwanên HDP'yî meşiyan

  • 15:43 22 Gulan 2022
  • Rojane
 
DÎLOK - Ciwanên ku binçavkirina endamên Mecllisa Ciwanan a HDP'ê şermezar kirin gotin, "Bersîva me ji bo faşîzmê wê li her derê têkoşîn be."
 
Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Dîlokê, girtina endamên Meclîsa Ciwanan a Amedê bi meş û daxuyaniyeke ku dan çapemeniy şermezar kir. Ciwanên li ber avahiya Rêxistina Navçeya Şahînbeyê kom bûn, ji wir bi pankarta “Zext û binçavkirin nikarin me bitirsînin. Ciwan li hemberî we serî natewînin."  heta Vatan Mahallesi meşiyan.
 
Hevserokê Bajêr Avnî Bînîcî di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku zextên li ser HDP'ê ev demeke dirêj e berdewam dikin û got, "Zextan bi armanca tinekirina zemîna siyaseta demokratîk tên kirin. Faşîzma AKP-MHP’ê ya ku têkçûye, bi êrîşa li ser partiya me hewl dide xwe rizgar bike.”
 
'Bersiva me ya li dijî faşîzmê wê bilindkirina têkoşîna ciwanan be'
 
Li ser navê Meclisa Ciwanan Abdurrahman Elmas axivî û got ku hewl tê dayîn xebatên wan bên îlegalîzekirin. Abdurrahman, anî ziman ku desthilatdariya AKP-MHP'ê ciwanan weke tehdîd dibîne û got, " Konsepta şer  a di dewrê de Gelê Kurd, ciwan, siyaseta demokratîk û gelên herikîn herêmên 8'ê Adarê û Newrozê kirine hedefa xwe û hewl dide ciwanan bê cesaret bike. Bersiva me ya ji faşîzmê re; li her qada ku em tê de ne têkoşîna ciwanan bilind bikin e. Ciwan wê teslîmî polîtîkayên zext û tirsandinê yên hikûmetê nebin. Ciwan wê têkoşîna xwe bidomînin. Li gel hemû zext û binçavkirinan jî wê gavekê jî ji têkoşîna bi rûmet paşve neavêjin û li hemberî zextan wê serî netewînin.”
 
Piştî axaftinan daxuyanî bi dirûşmên "Jin jiyan Azadî", "Ciwan li ber xwe didin" û tilîliyan bi dawî bû.