Nivîskar Asli Erdogan ji ber xwînçûyûna ser mêjî razandin nexweşxaneyê

  • 12:58 22 Gulan 2022
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Nivîskar Asli Erdogan a li derveyî welat dijî, ji ber xwînçûyîna ser mejiyê wê ku di beşa lênihêrîna giran de dihat girtin dê derxin servîsê.
 
Nivîskar Asli Erdogan ku demeke dirêj e li derveyî welat dijî, xwîn çû ser mêjiyê wê û girtibûn beşa lênêrîna giran a nexweşxaneyê. Di nivîsa Weşanên Hunerê ya Sîmurgê ya ku serê sibê li ser medyaya civakî parve kir de wiha hat gotin: "Wisa çûyîn nîn e, çîrok û gotin dê li pey we bin. Hûn ê li ber xwe bidin, ev jî li we xweş tê. Nivîskar Asli Erdogan ji beşa lênihêrîna giran derket. Ew ê roja duşemê biçe servîsa norolojiyê. Tu yê baş bibî!”
 
Asli Erdogan kî ye?
 
Asli Erdogan ku yek ji fîzîkzanên tirk ên ewil e li Navenda Lêkolînên Nukleerî ya Ewropayê dixebitî, dev ji doktoraya fizîkê berda û berê xwe da edebiyatê. Asli Erdogan di lêpirsîna sala 2016’an li ser rojnameya Ozgur Gundemê hat vekirin de bi îdiaya "endamtiya rêxistina terorê û tehrîkkirina raya giştî" hatibû girtin û piştî demekê bi îdiaya "Xerakirina yekitiya dewletê" biryara tehliyekirina wê hat dayîn. Darizandina wê bi îdiaya "endamtiya rêxistina terorê" berdewam kir. Asli Erdogan a 29'ê Kanûna 2016'an hat girtin û piştî 133 rojên girtîgehê hat berdan. Di danişîna 14’ê Sibata 2020’an de li 23’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat dîtin, Asli Erdogan ji sûcên “xerakirina yekitî û yekitiya dewletê” û “endamtiya rêxistina terorê” beraat kir.