Keça Hamdiyeya hat qetilkirin: Ji bo edelet divê em bertîlê bidin?

  • 09:04 22 Gulan 2022
  • Rojane
 
Şehrîban Aslan
 
AMED - Cerdevan Mahmut Karaaslan û kurên xwe Hamdiye Şik û kurê wê Kadîr Karaaslan qetil kiribûn û ji bo wan dadgehê biryar da. Keça Hamdiye Şik, Fatma Karaaslan bertek nîşanê biryarê da û got: “Me dît ku li her derê pere diaxive. Em çi bikin em bi pereyan edeletê bînin gelo?”
 
Li navçeya Bismil a Amedê di 18’ê Tîrmeha 2020’î de sercerdevan Mahmut Karaarslan û zarokên xwe  Hamdiye Şik ya 61 salî ku bi mehra melê pê re zewicandîbû û kurê wê Kadîr Karaarslan (26) di encama pevçûneke ji ber erdan de qetil kiribû û  doza der barê wî û zarokên wî de hatibûn vekirin, hat dîtin. Dadgehê cezayek wek xelat da gumanbaran. Hatibû rojevê ku sercedevan Mahmut Kararslan ji bo ceza negire 10 mîlyon bertîl daye dadgehê.
 
‘Tê gotin wê heta çend mehan bên berdan’
 
Keça Hamdiyeyê, Fatma Karaslan, der barê cezayê hatiye dayîn de axivî û da zanîn ku ji roja Mahmut Karaslan derketiye pêşberî dadgehê bertîl daye û wiha vegot: “Du mirov qetil kirin. Ez û hevjînê xwe birîndar bûn.  Biryara hatiye dayîn bi tu awayî nikare bê îzahkirin. Em fêr bûn ku kesên pere danê jî derketine derveyê welat. Em nizanin reviyane an jî çûne betlanê. Hemû sûc avêtin ser Mazlum Kararslan. Sedema vê jî eve;wê du sê mehan Mazlum girtî bihêlin û wî jî berdin.”
 
‘Li dadgehê şano hat lîstin’
 
Fatmayê destnîşan kir ku ji dadgehê bigirin heta parêzeran axaftinên giran kirine û beriya ku ew bikevin dadgehê parêzerên gumanbaran gotne ku wê du kesan ji girtîgehê derxînin. Fatmayê got gelo beriya runiştinê parêzer çawa vê dizanin û da zanîn ku li salona şano hat lîstin.
 
Fatmayê di dawiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Gumanbar û parêzerên wî wekê ku tiştek nebûye tevgeriyan.Tevî hemû delîlan gumanbar wek mexdur nîşandan û bi bêcezahiştinê xelat kirin. Tenê tahliye jî nîne, berat kirin. Me dît ku li her derê pere diaxive. Em çi bikin, gelo ji bo edelet pêk bê divê em jî bertîlê bidin.Me ev fêm kir, her kes edeleta xwe pêk tîne. Em behsa saziyeke dewleta hatiye firotinê dikin. Ev wisa hatiye lê wisa wê derbas nebe. 10 sal jî derbas be wê rastî derkevin holê. Wê ceza bigirin û bedela vê bidin."
 
Cezayên wek xelat
 
Dadgehê ji bo cerdevan Sîdar Karaaslan biryara beratê, ji serkêşê bûyerê sercerdevan Mahmut Karaslan re du sal û mehek ceza birî. Ji bo Serdar, Serhat, Zafer Karaaslan jî biryara beratê da. Ji bo Mehmet Karaaslan 5 sal ceza da û ev daxist sê sal û mehekê. Ji bo Zafer Karaaslan  sê sal û mehek û 15 roj ceza birî. Ji bo Mazlum Karaaslan ji qestî kes kuştinê cezayê muebetê hatibû dayîn.
 
Lê dadgehê cezayê mubetê ewil daxist 24 salal û piştre jî daxist 20 salî. Ji sûcê ji qestî Hamdiye Şik kuştin jî cezayê muebeta giran da û ev jî daxist 16 sal û 8 mehan.