ROJEVA 22'YÊ GULANA 2022'YAN

  • 09:00 22 Gulan 2022
  • Rojev
 
*Ji Dîlokê heta Şirnex û Mêrdînê dayikan li dijî şerê îxanetê yê li Başûrê Kurdistanê hatiye destpêkirin bertek nîşan dan û wiha gotin: "Me destê biratiyê dirêjî Berzanî kir. Lê wan dev ji îxanetê berneda. Berzanî wek memûrê Erdogan lê hatiye." DÎMEN HEYE
 
*Makbuleya jiyana xwe bi zextên dewlet û malbatê derbas kir tevî temenê xwe yê mezin girtiye. Keça wê Naîme Ozer da zanîn ku rewşa dayika wê her diçe xera dibe û got: “Ez nizanim ku wê dayika min heta 10 rojan bijî an na.” BI DÎMEN 
 
*Cerdevan Mahmut Karaaslan û kurên xwe Hamdiye Şik û kurê wê Kadîr Karaaslan qetil kiribûn û ji bo wan dadgehê biryar da. Keça Hamdiye Şik, Fatma Karaaslan bertek nîşanê biryarê da û got: “Me dît ku li her derê pere diaxive. Em çi bikin em bi pereyan edeletê bînin gelo?”
 
*Piştî ku li Çiyayê Cûdî di encama pevçûnê de 8 leşker mirin, 3 gundên ku li qûntara çiyayê Cûdî ne 12 roj in ketin û derketina şo wam qedexe ue. Şêniyên gund, anîn ziman ku ew destûrê digirin diçin gundê xwe û bi lêv kirin ku pêvçûnên mezin diqewimin. Gundiyan diyar kir ku ji bo ew biçin gundê xwe divê operasyon bi dawî bibin.  DÎMEN HEYE