Li ser jin û ziman panel hat lidarxisitn

  • 16:37 21 Gulan 2022
  • Rojane
AMED – Şaxa TMMOB'ê ya Amedê têkildarê jin û ziman panel li dar xist. Di panelê de civaknas Gulîstan Kaya axivî û got: “Zimanê kurdî ne tenê hatiye qedexekirin di heman demê de jî weke zimanekî cahiltî û şermê ji hatiye dîtin. Divê em bi axaftin û nivîsandinan vê mohra şermê bişkînin."
 
Şaxa TMMOB’ê ya Amedê têkildarê “Jin û qelsbûna ziman” li avahiya xwe ya Amedê panelek amade kir. Di eywana panelê de weke axaftvan civaknas Gulîstan Kaya û akademisyen Resûl Geyîk cih girtin. Endamên TMMOB’ê jî weke guhdarvan beşdar bûn.
 
‘Em mohra şermê ya li ser zimanê xwe bişkînin’
 
Di panelê de Gulîstan Kaya li ser mijara jin û ziman mafê axaftinê girt û wiha got: “Bernameyên bi vî awayî yên çandî civakî pêşeroja civakê ronî dikin. Em li taxan dibînin, em li derdora xwe jî rast tên. Kesên bi zimanê kurdî diaxivin biçûk tên dîtin. Zimanê biyanî weke zimanekî zanebûnê tê dîtin. Ango em dikarin bêjin bi zimanê xwe, xwe cahil, bi zimanê biyanî jî xwe rewşenbîr dibîne. Lê belê dema gelek kesên rewşenbîr, bi taybetî weke bi zimanê kurdî diaxivin jî dibin sedem ku gel jî bi çavekî xweş temaşe bike. Hêzê digirin û ji zimanê xwe hez dikin. Em dikarin bi van xebatan wê şerma li ser zimanê me hatiye mohrkirin bişkînin.”
 
‘Divê jin binvîsin’
 
Gulîstan wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di sedsala 21’emîn de em bi zimanê xwe biaxivin, pêş bixin û bi zimanê xwe berhemên nivîskî, wêjeyî derbixin. Di aliyê nivîskî de bi taybetî gelek berhemên me tune ne. Ango bi taybetî ji hevalên jin nanivîsin. Niha jî dibêjin herî zêde jin hatine bişaftin û ew bi zimanê kurdî naaxivin. Rast e! Lê belê yê afrîner jin e ango jin di nava civakê de hertim parêzvanê rastiya xwe ne. Lê belê bi polîtîkayên biçûkdîtinê ve girêdayî jin jî biçûk hatin dîtin. Belkî jî yek ji bandorên herî mezin ên jin hatine vê astê jî ev e.”
 
Di berdewamiyê de Resûl Geyîk mafê axaftinê girt.