Li Çemçemalê wesayîtek hate bombebaran kirin: 5 kesî jiyana xwe ji des dan

  • 14:11 21 Gulan 2022
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di bombebarana li bajaroka Axcelar ya Çemçemal a Silêmanî de 5 kesan jiyana xwe dest dan û kesek birîndar bû. Cenazeyê du kesên di êrişa Çemçemalê de jiyana xwe ji dest dabûn anîn Saziya Tipa Edlî û piştre jî radestî malbatên wan hatin kirin. 
 
Îro di bombebarana li bajaroka Axcelar ya Çemçemal a Silêmanî de 5 kesan jiyana xwe dest dabûn û kesek birîndar bûbû. Cenazeyê du kesên di êrişa Çemçemalê de jiyana xwe ji dest dabûn anîn Saziya Tipa Edlî û piştre jî radestî malbatên wan hatin kirin. Her wiha cenazeyê her sê kesên din jî dê bînin Saziya Tipa Edlî.
 
Cenazeyên Aram Hacî Kakexan û Îsmaîl Îbrahîm ji Tiba Edlî ya Silêmaniyê hatin girtin û malbatan berbi warên wan ve hatin oxirkirin. Wê li warên wan werin veşartin. Herdu pismamê hevin û herdu xelkê gundê Tuteqelê yê Axcelar in.