Dêrsim Dag: Li dijî êrişan dê ciwan li ber xwe bidin

  • 13:55 21 Gulan 2022
  • Rojane
ENQERE - Berdevka Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Dêrim Dag bertek nîşanî êrişa li hemberî ciwanan da û got: “Em hêza xwe ji dîroka xwe, gel, cîvak û ji hemû tevgerên ciwanên rêxistinkirî digirin. Li hemberî êrişên tifaqa AKP-MHP’ê em ê berxwedana xwe bidomînin."
 
Berdevka Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Dêrsim Dag bi daxuyaniyeke nivîskî êrişên li hemberî ciwanan şermezar kir. 
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê nêzîkatiya xwe ya li dijî kesên têkoşîna demokrasiyê dikin, didome. Dîlgirtin û girtinên ku li dijî mûxalifan tenê kirin, bi taybet li ser ciwanan tê meşandin.
 
Di çarçoveya operasyona ku ji bêriya 4 rojan li dijî endamên me yên ciwanan pêk hat de, bi dehan hevalên me hatin dîlgirtin û ji aliyê dadgehê ve hatin girtin. Ji roja ku meclîsên me hat avakirin heta niha bi dehan hevalên me ji aliyê çeteyên di pêşengtiya hikûmetê de tevdigerin dîl hatin girtin û rastî tundî, gef û zextan hatin. Desthilatdariya ku nekarî pêşiya têkoşîna me bigire, niha jî daraza xistiye bin kontrola xwe û wê bi kar tîne.
 
Ciwanên ku di bin banê Meclîsa Ciwanan a HDP’ê de siyaseta demokratîk û rewa didomîne û têdikoşe, wê li dijî van êrîşan serî netewîne. Em ê bi pêşerojek azad û demokratîk têkoşîna xwe li dijî kesên ku ji bo me ji têkoşîna me dûrbixe ku jiyana qirêj, hovane û sixûrtiyê ferz dike, bidomînin. Em hêza xwe ji dîroka xwe, gel, cîvak û ji hemû tevgerên ciwanên rêxistinkirî digirin. Li hemberî êrîşên tifaqa AKP-MHP’ê em ê berxwedana xwe bidomînin!
 
Divê endamên me yên Meclîsa Ciwanan yên ku hatin girtin divê demildest bên berdan û ev polîtîqayên qirêj ên li ser ciwanan tên meşandin bê rawestandin.”