Li Mexmûrê ji bo endamên saziyan ên mêr dewreya jineolojiyê hat destpêkirin

  • 11:56 21 Gulan 2022
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê ji aliyê Komîteya Jineolojiyê ve dewreyek berfireh a jineolojiyê ji bo endamên mêr ên saziyên wargehê hate destpêkirin.
 
Ji aliyê Komîteya Jineolojî ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ve 10’ê Gulanê li Avahiya Meclîsa Gel a Demokratîk a Mexmûrê Dewreyeke Perwerdehiyê ya Jineolojiyê ya bi navê Şehîd Esmer Zagros ji bo endamên saziyên wargehê yên mêr hate destpêkirin.
 
Dewre ji aliyê Komîteya Jineolojî endama Akademiya Şehîd Jiyan Mamoste Bêrîvan Ayaz ve hate dayîn.
 
Di dewreyê de li ser dîrok, rol û têkoşîna jinê perwerde tê dayîn. Her wiha hişmendiya mêr a li jinê û dîsa hevsengiya jin û mêr a di nava kar û xebatan de mijarên perwerdeyê ne.
 
Yek ji endamên saziyan Salih Şirnexî ku tevlî perwerdeyê bûye axivî û bal kişand ser têkoşîna azadiya ji bo jinê tê dayîn û diyar kir ku perwerdeya jineolojiyê pêwîstiyek e.
 
Şirnexî got: “Ev perwerde ji bo her kesî pêwîst e, bi taybetî jî ji bo mêran pêwîst e. Jineolojî li hemberî zihniyeta mêr e. Ji bo famkirina perwerdeya jineolojiyê divê li ser aliyê wê yê xwezayî, civakî, aborî û dîrokî bê sekinandin. Tiştê ku di perwerdeyê de ji bo me tê gotin, em tam di zanebûna wê de nînin. Lê pêwîst e em bigihêjin wê zanabûnê.”