Operasyona li Çiyayê Cûdiyê didome

  • 10:54 21 Gulan 2022
  • Rojane
ŞIRNEX - Piştî ku li Çiyayê Cûdî di encama pevçûnê de 8 leşker mirin, li herêmê tevgera hewayî dewam dike û li Çiyayê Cûdiyê jî pevçûn bê navber didomin.
 
Di 30'yê Nîsanê de di encama operasyona li Çiyayê Cûdiyê de hatibû kirin 8 leşker miribûn. Operasyona ku hatibû destpêkirin, didome. 
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin girtin, operasyona ku li Geniya Mêwik, Deriyê Çirçiro, Dugiheka û Çala Goza hatiye destpêkirin didome. Li aliyê din hat ragihandin ku heron û SÎHA jî li herêmê digerin.
 
Piştî operasyonên hat destpêkirin di 11’ê Gulanê de li gundên Avgamasiya, Serêdehlê û Şilerît ya Şirnexê yên li quntarê Çiyayê Cûdî ne ev 11 roj in ketin û derketin qedexe ye. Li navenda bajêr ji duh ve tevgera hewayî didome, gelek balafirên şer ber bi Çiyayê Cûdî ve çûn. Çavkaniyên herêmî ragihandin ku komek leşker duh vegeriyan û komeke nû ya leşkeran dê biçin cihê operasyonê.
 
Dîsa li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin girtin, hat diyarkirin ku leşkerên Tabûra Hîsar (Hebler) a girêdayî Cizîrê ye, herêmên Tûşimga, Girê Hêrmo û Avçinara ya li Çiyayê Cûdiye gulebaran dikin.