‘Divê Dadgeha Bilind Peymana Stenbolê demildest bixe meriyetê’

  • 09:11 21 Gulan 2022
  • Rojane
Melîke Aydin
 
ÎZMÎR - Parêzer Funda Ekîn da zanîn ku biryara der barê feshkirina Peymana Stenbolê de demildest bê betalkirin û wiha got: “Ji roja peyman hatiye sekinandin her roj rê li ber mirina jinekê vedibe. Divê demildest peyman bixe meriyetê.”
 
Peymana Stenbolê di 21’ê Adara 2021’ê de bi biryarnameya serkomarê AKP’ê hat feshkirin û di ser de salek derbas bû. Bi daxwaza betalkirina biryara feshkirinê serî li Dadgeha Bilind hatibûn kirin û di encama vê de doza ewil hat dîtin û dozger di mutalaya xwe de daxwaz kir ku biryara feshkirinê bê betalkirin. Runiştinên din jî dîsa wê li 10’emîn Dadgeha Bilind bi komî di navbera 7-14 û 23’yê hezîranê de pêk bên.
 
Parêzer Funda Ekîn ku li dijî fehskirina peymanê hem şexsî û hem jî li ser navê komeleyên jinan û baroyan serlêdan kir der barê dozê de nirxandin kir.
 
Li dijî hiqûqê ye
 
Fundayê destnîşan kir ku peymaneke bi erêkirina meclisê ketiye meriyetê di alî usulê de nikare bi biryarnameyekê bê vekişîn û der barê vê de li gorî xalên di destura bingehîn de ne îtîraz kirine û wiha vegot: “Ji bo jin ji şîdetê bên parastin û tedbîrên parastinê bên girtin berpirsyariyek polîtîk ji dewletan re dianî. Di alî navneteweyî de yekemîn peymana ku şîdetê evqas bi berfirehî vedinasîne. Her cureyê şîdetê yek bi yek vedibêje. Peyman şîdetê ne wek nexweşî an jî pirsgirêk wek pirsgirêkek ji newekheviya zayendî pêk tê nîşan dide.”
 
‘Divê şopandina dozên jinan veguhere mekanîzmayekê’
 
Fundayê destnîşan kir ku bi vekîşana ji peymanê re di encama têkoşîna jinan de encamên wê di rojevê de hatine girtin û wiha bi lêv kir: “Ew jî dizanin ku tiştekî şaş kirine. Di peymanê de ji aliyê wan ve jî yek xaleke ku neyê parastinê tune ye. Peymaneke der barê pêşîgirtina mirinan de ye. Ji ber vê Divê şopandina dozên jinan veguhere mekanîzmayekê. Piştî fehskirina peymanê hinek sererastkirinên qanûnî derketin. Ev jî kêmasiyên wan hebûn. Der barê pêşîgirtina kuştinên jinan de divê bawermendiyek hebe. Di peymanê de xalên ku cezayên giran ji gumanbaran re dixwazin hene. Di alî îstatîstîkê de destê wan de jî dane hene. Di van darizandinan de ji bo pêşîgirtina zayendperestiyê divê doz hevpar bên şopandin, mudaxîlbûna saziyên civakî, baroyan bên qebûl kirin. Di peymanê de perwerdehiyên ku bên dayîn hene. Ev ne bi perwerdehiyek rojekê divê her tim û zanîna wekheviyê di perwerdehiyan de bê dayîn.”
 
‘Dozgeriyê nikaribû mutalayek cuda bida’
 
Fundayê daxuyakirin ku  di dîroka Dadgeha Bilind de belkî jî cara yekemîn bû ku bi tevlibûna ji hezarî zêdetir parêzerî  parastin hatine kirin û gotinên dozgerê Daniştayê yên der barê dozê de gelek girîng bûye. Fundayê wiha daxuyand: “Dozgerê Daniştayê jî ev dijhiqûqî dît. Her çiqas demên dawî de biryar û mutala bi nîqaş bin jî di mijareke evqas aşkera de nikaribû mutalayek cuda bihata dayîn.”
 
‘Divê ji meriyetê derneketiba’
 
Fundayê dawiya axaftina xwe de got wê dozên din jî di 7,14 û 23’yê Hezîranê de bên dîtin û wiha dawî lê anî: “Dadgeha Bilind got wê di meha hezîranê de rûniştinan biqedîne û biçe biryarê. Ev çiqas raste em nizanin. Ji bo windahiya maf çênebe di dozên me vekirin de biryara rawestandina meriyetê hebû. Ji ber ji roja peyman hatiye sekinandin her roj jinek tê qetilkirin. Di dozên îdarî de bi vê hincetê divê rêveberkirin bê sekinandin. Daxwaza me ev e ku biryarname bê betalkirin, peyman ji nûve bikeve meriyetê.”